Makdonî navekî nû ji welatê xwe re dipejirînin

Welatiyên Makdoniya ji bo navekî nû ji welatê xwe re bipejirînin "Mekdoniya Bakur" da ku aloziya bi Yûnanê re were bidawîkirin û ji Yekîtiya Ewropa ve nêzîk bibe îro dengên xwe didin.

Makdonî navekî nû ji welatê xwe re dipejirînin
30 îlon, 2018   08:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Makdoniya ji bo navekî nû ji welatê xwe re bipejirînin îro raferandûmekê lidar dixînin. Ev raferandûmê şêwirkirî ye û divê ji aliyê parlemanê ve were erêkirin.

Makdoniya ku li Balkan dikeve hêvî dike ku beşdarî Yekîtiya Ewropa û NATO'yê bibe ku mijara raferandûma wê bi baldarî dişopînin.

Ji dema serxwebûna komara Yugoslaviya ya berê di sala 1991'an de Atîna li hemberî wergirtina wê ji navê Makdoniyê re derket, ev navê herêmekê li bakurê Yûnanê ye û ew vê yekê weke destdirêjiya li mîrasa wê ya dîrokî bi nav dike û bi taybet mîrasa paşa Iskenderê Mezin û guman dike ku cîrana wê xwedî niyetên berfirehbûnê ye.

Ji ber nerazîbûna Atîna, beşdarbûna vî welatî ku hejmara welatiyên wê 2.1 milyon kes in di nava NATO û Yekîtiya Ewropa de hate astengkirin.

Makdoniya û Yûnanê di 17'ê Hizêranê de hevpeymaneke dîrokî îmze kirin  da ku navê "Mekdoniya Bakur" ji wê re were pejirandin, ku berê jêre "Komara Makdoniya ya Yugoslaviya ya berê" dihat gotin.

Dibe ku ev hevpeyman nakokiya di navbera herdu welatan de derbarê navê Makdoniya de ji 27 salan ve bi dawî bike.

Çavdêr guman dikin ku rêjeya beşdarbûnê bigihêje %50, nemaze ji ber ku gelek Makdonî ji hevpeymanê nerazî ne û gelek jî penaber bûne.