Yekemîn komxebata jinên Sûriyeyê 5’ê Cotmehê ye

Meclisa Jinên Sûriyeyê bi armanca gotûbêjkirina rewşa jinên Sûriyeyê û bicihanîna daxwazên mafên jinan û mafê wan di amadekirina destûreke nû de, amadekariyên lidarxistina komxebata danûstandinê dike.

Yekemîn komxebata jinên Sûriyeyê 5’ê Cotmehê ye
30 îlon, 2018   07:25

IBRAHÎM EL-EHMED - MURADA KENDA / QAMIŞLO

Meclisa Jinên Sûriyeyê bi armnaca gotûbêjkirina mafên ku jinên Sûriyeyê bang dikin, pirsgirêkên ku rastî wê tên beriya aloziyê û piştre jî û beşdarbûna wê di amadekirina destûra Sûriyeyê ya nû de, dê di 5`ê Cotmehê de komxebateke danûstandinê li bajarê Kobanê li ser asta Sûriyeyê li dar bixe.

Têkildarî amadekariyên komxebata danûstandinê berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Bereket ji ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Piştî derbasbûna nêzî 8 salan di ser aloziya Sûriyeyê re û hewldanên çareseriyê yên ku Sûriye xistin nav bablîsoka şer. Wan hêzan nekarî çareseriyeke guncaw û aştiyane ku gelê Sûriyeyê ji aloziyê rizgar bikin, bibînin.” Her wiha Lîna destnîşan kir ku yên herî zêde bûn qurbaniyên koçberbûn û tundiyê, jin bûn.

Di berdewama gotinên xwe de Lîna tekez kir ku ew wek Meclisa Jinên Sûriyeyê jinan diparêzin, banga mafên wê dikin û hewl didin civakeke azad û demokratîk ku wekheviya zayendê diparêze, ava bikin. Her wiha Lîna diyar kir ku ji bo jin bigihîjin rola xwe ya pêşeng û da ku di çareseriya Sûriyeyê de roleke girîng bilîze, ew dixebitin.

Têkildarî mijara komxebata danûstandinê berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Bereket wiha got: “Bi armanca nîqaşkirina mafên jinan û pirsgirêkên ku rastî wê tê, em amadekariya lidarxistina yekemîn komxebatekî danûstandinê bi hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê li ser asta Sûriyeyê dikin.”  

200 vexwendname ji hiqûqnas û çalakvanên jin re hatine şandin

Lîna Bereket tekez kir ku wan vexwendnameyên beşdarbûna komxebatê ji zêdetirî 200 hiqûqnas û çalakvanên jin re şandine û ev tişt bi lêv kir: “Tê payîn ku gelek jin ji berava Sûriyeyê, Şam, Dera, El-Siweyda, Hims, Heleb, Hema û ji herêmên bakur û rohilatê Sûriyeyê tev li komxebatê bibin.”

Di dawiyê de Lîne Berekat tekez kir ku lidarketina komxebatê li Sûriyeyê, roleke wê ya mezin heye. Ji ber ku ew jin koçber nebûn û ji ber aloziyê gelek zehmetî kişandin û wiha pê de çû: “Ji ber wê barê me giran e. Divê em bi zanabûn di vê pêngavê de bi erk û berpirsyariyên xwe li hemberî jinên koçber, penaber û yên ku hatine tacîzkirin, bin.”

(şx)

ANHA