2 xwişk, 2 mexdûrên şer

Di bin konê her kampekê de ji kampên Bakurê Sûriyeyê trajediyek heye. Sena El-Hemadî ji Reqayê koçber bûye û tevî malbata xwe li Kampa El-Reşîd bi cih bûye. Her du keçên Sena ji ber teqînên di şer de ker û lal bûne.

2 xwişk, 2 mexdûrên şer
30 îlon, 2018   07:22

RUBA EL-ELÎ / REQA

Kampa El-Reşîd dikeve bakurê rojavayê bajarê Reqayê. 80 malbat tevî koçberên gundewarên Helebê ku ji herêmên cuda yên bakurê Sûriyeyê koçber bûne, lê bi cih bûne.

Sena El-Hemadî 40 salî ye û tevî malbat û hevserê xwe li Kampa El-Reşîd bi cih bûne. 3 keçên Senayê hene.

Sena bi dilekî şewitî û dengekî xeniqî çîroka xwe, malbat û keça xwe ya 20 salî ku bi felca mêjî û kanserê ketiye, ji ajansa me re vegot. Sena wiha dest pê kir: “Rojekê em li malê rûniştibûn. Ji nişka ve dengê teqîneke pir mezin hat. Dengê keçên min heta asîman bilind bû. Lê ji ber toza ku bilind bû min tiştek nedît.”

Sena wiha domand: “Min nizanî çi çêbû. Piştî çend deqan min li keçên xwe nêrî, Erîc (11) ker bûye û Emenî (9) dengê xwe winda kiriye. Heta niha naaxive.

Sena çîroka xwe wiha berdewam kir: “Ji ber şerên dawîn li Reqayê rû dane, mala me jî hilweşiya. Ji ber wê beriya salekê em li kampê bi cih bûne. Xema me ya sereke xilasiya ji DAIŞ`ê bû. Lê ji ber tunebûna alîkariyên pêwîst li kampê rewşa me dijwartir bûye.”

Di dawiyê de Sena bang li rêxistinên mirovî kir ku rewşa malbata wê di ber çavan re derbas bikin û alîkariya keçên wê bikin.

(şx)

ANHA