Li Reqayê kargeh têne vekirin

Piştî ku QSD`ê ewlehî û aramî li bajarê Reqayê bi cih kir, qadên pîşeyî û bazirganî li bajêr bi pêş ketin.

Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
Li Reqayê kargeh têne vekirin
30 îlon, 2018   07:03

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Piştî ku QSD`ê bajarê Reqayê di 20`ê Cotmeha sala borî de rizgar kir, ji ber aramî û ewlehiya ku li herêmê peyda bûye, bajar di gelek waran de bi pêş ketiye. Şênî vedigerin bajêr û gelek dikanên pîşeyî û bazirganî hatine vekirin.

Piştî ku Şaredariya Gel a Reqayê ruxsetên kargehan dan, xwediyên kargehan hêdî hêdî vedigerin bajêr û dest bi vekirina kargehan dikin. Yek ji wan kargehan, Kargeha Nûjen a biskuwîtan a gundê El-Rewde ye. Gund 12 km dikeve bakurê bajarê Reqayê.

Çeteyan kargeh talan kiribû. Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirinê, kargeh di Adara derbasbûyî de hate vekirin. Kargeh rojane 850 kg biskuwît hildiberîne. Hemû berhemên kargehê li bajarê Reqayê û gundewarên wê tên firotin û miqdara zêde derdixe derveyî bajêr (kantonên Bakurê Sûriyeyê).

Kargeh Rojê 12 saetan dixebite. Zêdetirî 15 karker bi destheqê 45 hezar lîreyên Sûriyeyê di kargehê de dixebitin û di nav karkeran de 4 jî jin hene.

Xwediyên kargehê madeyên sereke yên çêkirina biskuwîtan (nivîşk, arvan û zêt) ji deverên cuda tîne. Têkildarî mijarê xwediyê kargehê Abdullah Reşo wiha got: “Hemû madeyên çêkirina biskuwîtan li Reqayê peyda nabin û em ji derve tînin. Lê di peydakirina mazotê de em zehmetiyan dikişînin. Em hewl didin hevrikî madeyên dewletên cîran bibin.”

(şx)

ANHA