Li Bakurê Sûriyeyê Akademiya Îslama Demokratîk vedibe

Li Bakurê Sûriyeyê amadekariyên vekirina Akademiya Îslama Demokratîk dest pê kirin.

Li Bakurê Sûriyeyê Akademiya Îslama Demokratîk vedibe
23 îlon, 2018   08:54

ÎBRAHÎM EL-EHMED / QAMIŞLO

Yekitiya Zanyarên Misilman a herêma Cizîrê amadekariya vekirina Akademiya Îslama Demokratîk taybet bi ol, felsefe û lêkolînên îslamî dike. Di çarçoveya amadekariyan de rêzecivîn bi zanyarên herêmê re têne lidarxistin.

Ji bo naskirina armanca vekirina zanîngehê, şertên qebûlkirinê, rêzikname û rêbazên perwerdeyê cîgirê serokê Meclisa Şêwirê ya herêma Cizîrê Abdulrehman Bedirxan ji ajansa me re axivî.

Abdulrehman Bedirxan li ser biryara vekirina Akademiya Îslama Demokratîk li herêma Cizîrê wiha got: "Em dizanin ku îslam baweriya aştî, hezkirin û biratiyê ye. Di dema niha de ji ber siyaset û kiryarên hin rêxistinên terorîst ku bi navê îslamê tev digeriyan, îslam hate reşkirin. Em dixwazin rastiya exlaqê îslamê ji cîhanê re bidin diyarkirin. Heger em li geftarên misilmanên destpêkê vegerin em ê bibînin ku banga avakirina civaka exlaq dikirin."

Îslam di cewherê xwe de banga demokrasiyê dike

Abdulrehman Bedirxan, destnîşan kir ku ola îslamê di rastiya xwe de banga demokrasiyê dike û wiha got: "Demokrasî di aliyê xwe yê siyasî de ew e gel xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe û ola îslamê bi vê mentiqê bang dike, mînaka vê yekê rêgeza şûrayê ye. Aliyê wê yê civakî jî banga hevgirtin û alîkariya muhtacan dike, ev jî demokrasî ye. Her wiha di aliyê xwe yê mirovî de îslam banga parastina mafên hemû gelan dike. Îslam ev maf hemû di serdemekê de ku mirov ne wek hev dihatin hesibandin û zilm belav bûbû, kom kir. Heger em li meclisa mafên mirovan a cîhanî vegerin em ê bibînin ku ji sedî 60 rêgezên xwe ji îslamê digire."

Bedirxan diyar kir ku armanca wan a vekirina zanîngehê şîrovekirina rêgez û nirxên rasteqîn ên îslamê ye.

Rêziknameya zanîngehê

Têkildarî rêziknameya zanîngehê Abdulrehman Bedirxan diyar kir ku rêzikname xwe dispêre hurmeta her kesî û pêkanîna şerîeta îslamê.

Bedirxan destnîşan kir ku zanîngeh dê pêşwaziya her du zayendan bike û wiha pê de çû: "Her du zayend dikarin di zanîngehê de xwe qeyd bikin, hola perwerdeyê ya her du zayendan ji hev cuda ne. Ciwan dikarin bibin îmam û xetîbên mizgeftan, jin jî dikarin li dibistanan dersên olî bidin."

Rêveberiya zanîngehê dê perwerdeyan li gorî materyalên îslama navîn a mutedil bide li gorî îslama serdema Mihemed pêxember. Dersên wê girêdayî dîroka giştî, zanista îslamê, zanista hedîsê, Quran, dersên wêjeyên kurdî, erebî û islûb û xîtabetê.

Bedirxan destnîşan kir ku sala din dê ders bi zimanê kurdî werin dayîn.

Girêdayî şertên tevlêbûna zanîngehê Bedirxan diyar kir ku dê îsal pêşwaziya xwendekarên bawernameya navîn û amadeyî bi her du beşên xwe wêje û zanist û peymangehan bike.  

Abdulreham Bedirxan anî ziman ku deriyê akademiya li pêşiya hemû xwendekarên Bakur û Rojhilat vekirî ye û diyar kir ku dema xwendina zanîngehê 4 sal e.

ANHA