Li Dêrazorê konferansa Yekitiya Mamosteyan dest pê kir

Yekemîn konferansa Yekitiya Mamosteyan a Dêrazorê li navçeya El-Kisra dest pê kir.   

Li Dêrazorê konferansa Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Li Dêrazorê konferansa Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Li Dêrazorê konferansa Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
Li Dêrazorê konferansa Yekitiya Mamosteyan dest pê kir
23 îlon, 2018   09:29

DÊRAZOR

Konferans li hola civînan a navçeya El-Kisra tê lidarxistin. 400 delege ji Bakurê Sûriyeyê, endamê Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hikmet Hebîb, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif, endamên Mala Jinan, nûnerên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Dêrazorê û ciwanên Dêrazorê tev li konferansê bûn.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dîwana konferansê hate hilbijartin. Tê payîn ku dê nîqaş li ser rêziknameya yekitiyê werin kirin.

Konferans didome.

(bx)

ANHA