Piştî Ebadî, Barzanî bi El-Sedr re dicive

Piştî ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Muqteda El-Sedr re civiya, serokê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi El-Sedr re dicive.

Piştî Ebadî, Barzanî bi El-Sedr re dicive
23 îlon, 2018   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku şandeyeke kurdî bi serokatiya serokê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barazanî îro dê serdana bajarê El-Necef bike û bi Muqteda El-Sedr re bicive.

Çavkaniyekî ji El-Someriye Newsê re diyar kir ku Barzanî û El-Sedr dê geşedanên siyasî û mijara avakirina hikumeta Iraqê gotûbêj bikin.

Serokê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şevê din gihaşt Bexdayê û li wir bi serokê Şepêla El-Hikmê El-Wetenî Emar El-Hekîm û cîgirê serokkomar Nûrî El-Malikî û serokwezîr Heyder Ebadî re civiya.

Buroya Heyder Ebadî di daxuyaniyeke xwe de wiha got: "Serokwezîr Heyder Ebadî pêşwaziya serokê hikumeta herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û mijara avakirina hikumeta Iraqê gotûbêj kir.