ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21.09.2018
21 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Lehengên ku Şoreşa Rojava xistine rojeva cîhanê û ji bo gelên cîhanê kirine model, bi çîrokên xwe yên berxwedanê jî bûne mînak. Xeleka yekemîn a vê zincîrê jî şehîd Kemal Hisên ê ji Dirbêsiyê ye. (BI WÊNE)

-Komîteya Amadekar a ji aliyê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye avakirina amadekariyên ragihandina 10 deste û 7 buroyan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji bo tolhildana komkujiyên ku DAIŞ`ê li ser wan pêk anîye de, welatiyên êla El-Şiêtat di rêza yekemîn de ya Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" de cih digirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPYVÎN

- Muxalifê Sûrî Hûsam Elûş diyar kir ku civîna Tehranê bi nakokiyan bi encam bû, nakokiyên Rûsya û Tirkiyê diyar dike ku destwerdana leşkerî ya Tirkiyê li Idlibê û Bakurê Sûriyeyê bi dawî dibe. Elûş tekez kir ku tîfaqa dawî Tirkiyê tengav kiriye û erkek jê xwestiyê ku Heyet Tehrîr El-Şam û Cebhet El-Nusra û hevalbendên wê ji hev bixînin.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê ya Buroya Minbicê Salih Hac Mihemed têkdarî hewldanên avakirina komîteyeke desturî got, "Pêwîste komîte mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike, ji erka me ye wekî gelê Sûriyeyê bi azadî jiyan bikin, ev ne tenê erk e, di heman demê de maf e." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 15‘emîn a damezirandina partiyê, li Dêrik, Girkê Legê û Koçerat civînan li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê kulîbeke sporê vedike. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Turnuveyeke basketbol a jinan li ser asta hêrêma Cizîrê li stada Şehîdên 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo tê organîzekirin. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

  • Hejmarek jinên Reqayê destnîşan kirin ku wan piştî naskirina fikr û felsefeya Ocalan wateya azadiyê ya rastîn têghiştine. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku tecrîdê rakin û Ocalan serbest berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN)
  • -Dayika Nesrîn Sadûn ji bajarê Qamişlo, ji tiştên telifkirin alavên nû di afirîne, bi berhemên xwe çand û kevneşopiya Kurdî ji windahiyê diparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Dîroka deverên herêma Cizîrê gelek kevnar e. Gelek gundên kevnar ku dîroka wan dighêje cuda serdeman lê hene. Yek ji wan gundan, gundê Sêkur Ihêmer e. Li gorî şandeya japonî ku li girê dîrokî lêkolîn kiriye, dîroka gund dighêje Serdema Kevir a Nû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Şaredariya Gel a Dirbesiyê ya Kantona Hesekê ji bo pêşwazîkirina demsala zivistanê  û pêşkeşkirina xebatên xizmetguzariyê lez daye xebatê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Zarok û şêniyên gundê Qurtuba yê gundewarê bakurê Reqayê bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û komîteya Perwerde û fêrkirinê kir ku cihekî ji bo perwerdeyê peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Serêkaniyê diyar kir ku mewsima salên 2017-2018’an de ji bo alîkariya wan a bi cotkaran re, ji sedê 15’ê cotkaran di tecawizat kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA