‘Ji sedî 15’ê cotkaran gendelî kirin’

Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Serêkaniyê diyar kir ku mewsima salên 2017-2018’an de ji bo alîkariya wan a bi cotkaran re, ji sedê 15’ê cotkaran di îhlal kirin.

 ‘Ji sedî 15’ê cotkaran gendelî kirin’
21 îlon, 2018   05:47

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, li ser seranserî Sûriye’yê herêma çandiniyê ye. Bi taybet jî herêma Serêkaniyê. Serêkaniyê her sal nêzî 600 hezar donim erd bi genim, ceh, pembo û zebze tê çandin. Li herêma Serêkaniyê 6 xetên çandiniyê yên bi navê; Ş. Ciwan (rêya Til Helef), Ş. Silêman (rêya Elok), Ş. Xalid (rêya Sefeh), Ş. Seren (rêya Mebruka), rêya bajaroka Medan û xeta Serêkaniyê hene. Li ser her rêyekî di navbera 200-300 cotkar hene. Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya Serêkaniyê ji bo pêwîstiyên cotkaran li gorî xetan endezyarên xwe bi cih kirine.

Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya herêma Serêkaniyê di mewsima salên 2017-2018’an de ji bo tov, semad û mazotê alîkariya cotkaran kiribû. Lê di dawiya mewsimê de derket holê ku ji sedî 15’ê cotkaran fêlbazî li saziyê kirin e. Tov û mazot zêde birine û bi nirxên zêde firotine gel.

Rêveberê Saziya Çandinî û Sewaldariyê ya Serêkaniyê Ebdulselam Îsmail Hesen li ser vê mijarê agahî dan me. Ebdulselam diyar kir ku ew di aliyê mazot, tov, semed, bîr, ka, pale û hwd alîkariyê bi cotkaran re dikin û wiha got: “Ev alîkarî bi rêya komîn, meclîs û endezyarên me yên xetan de tên kirin. Li gorî şert û mercan hinek kaxez tên xwestin. Ev kaxez jî, ji aliyê komîn, meclîs û endezyarên me yên xetan ve tên amedekirin û îmzekirin.”

‘Ji sedî 15’ê cotkaran gendelî kirin’

Ebdulselam destnîşan kir ku ji bo salên 2017-2018’an di belavkirina semad, tov û mazotê de ji sedan 15’ê cotkaran zêde birin û wiha pêde çû: “Hinekan tovê pembo dixwestin lê erd nehatibû çandin. Hinekan mazot ji bo bîran dixwestin, lê bîrên wan ne dixebitîn. Mînak hinekan jî ji bo 75 donim erd tovê pembo dibirin lê, erdê wan ê pembo 25 donim bû. Dîsa mînak li ser rêya Ş. Ciwan 7 bûyerên wiha derketin holê. Li ser bîrên hinek cotkaran çandinî nehatibû kirin, lê ji bo wan bîran ji me mazot girtibûn. Me ev hemû tespit kirin. Me bi SATKOP’ê re ekîbên keşfê amede kirin û ev gendelî tespît kirin.”

Ebdulsemal daxuyand ku bi van kiryaran hinek cotkar mafê cotkarên din dixwin û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Carnan ji bo van kesên ku kiryarên wiha dikin, em hinek biryarên alîkariya ji bo cotkaran radiwestînin. Ev jî bandoriyê li ser cotkarên din û çandiniya herêmê dike.”

 ‘Emê jî keşif bikin’

Ebdulselam bal kişand ser kêmahiyên ku kesên berpirsyar û wiha axivî: “Mixabin ev di ser komîn, meclîs, endezyar û herî dawî di ser me de jî bihorî. Em wek saziya çandiniyê bawerî didin komîn, meclîs û endezyarên xwe. Dema ew binê kaxezên wan îmze dikin, em pêwîstî bi keşfê nabînin.”

Ebdulselam teqez kir ku ji bo careke din ev pirsgirêk dubare nebin dê ew tedbîran bigirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em ê wek rêveberiya herêmê û ya kantonê jî tedbîran bigirin. Piştî komîn, meclîs û endezyaran jî em ê dîsa kontrol bikin. Kesên sala borî de dosyayên wan ne paqij be, em ji bo îsal alîkariyê nedin wan. Ji bo bi kesên din re dubare nebe jî, em ê komîn, meclîs û endezyarên xwe yên xetan hişyar bikin. Ya din jî em ê bi xwe jî keşif bikin. Heta ku em tam jê bawer nebin em îmze nakin. Banga me ji bo gel û xebatkaran heye ku bawerî di navbera me de çêbibe. Ji bo em baştir bikaribin karbikin.”

ANHA