Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir

Lehengên ku Şoreşa Rojava xistine rojeva cîhanê û ji bo gelên cîhanê kiriye model, bi çîrokên xwe yên berxwedanê jî bûne mînak. Xeleka yekemîn a vê zincîrê jî şehîd Kemal Hisên ê ji Dirbêsiyê ye.

Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
Kemal Hisên… Ji bo hevalên xwe, xwe feda kir
21 îlon, 2018   04:20

ŞÎNDA EKREM / NAVENDA NÛÇEYAN

Bingeha Şoreşa Rojava 35 sal beriya niha bi pêngava azadiyê ya li Kobanê hate avêtin û niha jî ji bo gelên cîhanê bûye model. Ev şoreşa ku bi bedelên gelekî mezin hatiye vê astê, di têkoşîna mirovahiyê de cihê xwe girt. Di demeke pir kurt de, şahidiya berxwedanên gelekî mezin ku mînakên wê kêm hene, hate kirin. Di vê berxwedanê de keç û xortên leheng ên Rojava bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “serkeftina îradeyê” nîşan da. Me jî xwest ku van abîdeyên berxwedanê ku lehengiyên gelekî mezin xistin nava jiyanên xwe yên ciwan, zêdetir danasînin û çîrokên wan ên berxwedanê parve bikin.

Şehîdê yekemîn

Yek ji şehîdên yekemîn ên şoreşa Rojava têkoşer Kemal Hisên ê ji bajarê Dirbêsiyê ye. Têkoşer Kemal Hisên di Gulana 1993’yan de li bajarê Dirbêsiyê ji dayik dibe. Di nava malbateke welatparêz de ku ji 4 keç û 6 xortan pêk tê, mezin dibe. Malbata Kemal ji ber ku bi welatparêzî û girêdana xwe ya bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera rizgariya Kurdistanê ve dihat naskirin, ew rastî gelek zextan ji aliyê rêjîma Baas a Sûriyê ve hat.

Kemal Hisên bi aramî  û girêdana xwe ya bi dayika xwe û hevalên xwe yên zaroktiyê yên li bajarê Dirbêsiyê ve dihat naskirin. Piştî ku mezin dibe jî her dem amade ye ku ji bo hevalên xwe fedakariyê bike.

Kemal xwendina xwe ya seretayî li dibistana Ebî Zir EL-Xefarî ya Dirbêsiyê bi dawî dike. Lê ji ber ku gelekî ji pîşeya necariyê hez dike, dest ji xwendina xwe berdide û dest bi karê necariyê dike.

Berî ku Şoreşa Rojava dest pê bike, Kemal bi armanca kar û debara jiyanê bi hin hevalên xwe re, berê xwe dide paytexta Sûriye Şamê û li wir xwe di karê xwe de bi pêş dixe.

Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê dike jî, Kemal Hisên ku bi rihê xwe yê şoreşger dihat naskirin, bi hevalên xwe re vedigere rojavayê Kurdistanê û di Tevgera Ciwanên Şoreşger de cihê xwe digire. Her wiha beşdarî hemû xwepêşandanên ku banga azadiya gelê Kurd dikirin, dibe.

Kemal paşê jî bi komeke hevalên xwe re di komîteyên parastinê de cihê xwe digire. Komên parastinê û her wiha çalakiyên ku li bajêr dihatin kirin, bi rêxistin dike. Bi şev jî Kemal bi hevalên xwe yên komên parastinê re ji bo parastina aramiya bajêr û lêkolînkirina rewşê li nava kolanên bajar digere.

Têkoşer Kemal li gel karê xwe yê di Tevgera Ciwanên Şoreşger de, ji bo ku fêrî zimanê xwe yê dayikê bibe jî berê xwe dide Saziya Zimanê Kurdî û dest bi dîtina waneyên zimanê kurdî dike. Her wiha tev li nava xebatên çand û hunerê jî dibe û cihê xwe di Koma Zîlan a dîlanê de digire.

Kemal Hisên bi hevalên xwe yên di Tevgera Ciwanên Şoreşger de, beşdarî meşa ciwanan dibe ku di bin dirûşma “Ber bi neteweya demokratîk ve” hat organîzekirin û ji Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê dest pê kir û heta Goristana Şehîd Xebat Dêrik a li bajarê Dêrikê bi dawî bû.

Endamê Komîteya Parastinê Kemal Hisên di 26’ê Adara 2011’an de li Dirbêsiyê di encama kemîneke rêjîma Baasê de, dema ku bi erka xwe yê parastinê radibû, jiyana xwe ji dest dide. Bi vê yekê jî dibe yekemîn têkoşerê ku di şoreşa rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dide.

Bavê Têkoşer Kemal, Ehmed Hisên der barê kurê xwe de wiha dibêje: “Kemal ji aliyê hemû hevalên xwe ve dihat hezkirin. Her tiştê ku dikir an jî dixwest bike ji min re digot, li min guhdar dikir û bi ya min dikir. Di dema ku beşdarî meşa ciwanan bû ji min re got ku ew dixwaze beşdarî vê meşê bibe da ku girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û daxwaza pêkanîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike.”

Dayika Kemal jî li ser zaroktiya kurê xwe got ku Kemal zarokekî aram, dilnizm û xwedî exlaq bû û her wiha ji hemû hevalên xwe hez dikir. Dayika Kemal Hesen wiha dibêje: “Min di xwedîkirina Kemal de qet zehmetî nedît.”

Der barê şehadeta Kemal Hesen de dayika wî got ku ew sibehê ji xew rabû û tevî ku xwe amade kiribû biçe karê xwe jî, lê naçe karê xwe û bi hevalên xwe re diçe û erka xwe ya parastina bajar pêk tîne. Wê şevê Kemal venagera malê û di sibeha roja din de jî ji me re tê gotin ku Kemal şehîd ketiye.

Hevalê Têkoşer Kemal ê ku ew li Saziya Zimanê Kurdî nas kiriye, der barê hevalê xwe de wiha dibêje: “Şehîd Kemal ciwanekî pir çalak bû, li gel fêrbûna zimanê kurdî, erka xwe ya parastina bajar jî pêk dianî.”

ANHA