QSD‘ê li gundê Baxoza Jorîn xebatên paqijkirinê dane destpêkirin

Şervanên QSD‘ê li gundê Baxoza Jorîn ku beriya çend saetan ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kiribûn, operasyonên paqijkirina ji mayînan dane destpêkirin.

QSD‘ê li gundê Baxoza Jorîn xebatên paqijkirinê dane destpêkirin
20 îlon, 2018   18:20

DÊRAZOR

Nûçegihanên me ku pêngava dawîn a Bagera Cizîrê dişopînin, diyar kirin ku şervanên QSD‘ê piştî ku gundê Baxoza Jorîn ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, xebatên paqijkirina gund ji mayînan dane destpêkirin.

Di xebatên paqijkirinê de gelek mayîn, çek, hawn û miqdareke çebilxane hatin dîtin.

(ekîp)

ANHA