Ji rêveberiya dergeha Sêmalka biryarên girîng

Karîgeriya Serdanan a Dergeha Sêmalka belgenameyek weşand û tê de biryarên girîng ji bo xizmeta welatiyan hatin ragihandin. Li gorî van biryaran belgeyên girêdayî welatiyên vedigerin dê bêne qeydkirin bêyî ku vegerin Buroya Serdanan a Qamişlo.

Ji rêveberiya dergeha Sêmalka biryarên girîng
18 îlon, 2018   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca hêsankirina tevgera welatiyên ku dixwazin serdana başûrê Kurdistanê bikin an ji Başûr vegerin, Karîgeiya Serdanan a Dergeha Sêmalka biryarên girîng dan. Ev biryar di belgenameyekê de li ser malpera fermî ya rêveberiyê hatin weşandin.

Belgename wiha ye:

"Li ser biryara Rêveberiya Têkiliyan a Dergeha Sêmalka ya sînorî, hemû welatiyên ji herêma başûrê Kurdistanê vedigerin rojavayê Kurdistanê ku karta niştecihbûnê ya Iraqê yan kartên niştecihbûnê û nasnameyên Ewropayê wergirtine, ji bo hêsankirina vegera wan a Başûr, hemû karûbarên wan dê di Buroya Dergehê de pêk werin bêyî ku li Buroya Serdanan a bajarê Qamişlo vegerin.

Der barê ciwanên ku ji Erka Xweparastinê re tên xwestin de, divê serdana navendên leşkerkirinê bikin da ku belgeyên xwe yên girêdayî xizmeta erka xweparastinê wergirin.

Kesên ji Rojava serdana herêma Başûrê Kurdistanê kirine divê li Buroya Serdanan vegerin da ku piştî vegerin kefaleta li ser xwe rakin.

Ev biryar ji dîroka hatiye weşandin ve dikeve meriyetê."

Lînka belgenameyê

ANHA