Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin

Saziya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê bi armanca bilindkirina asta zarokan a fikrî û pêşxistina şarezahiyên wan, Baxçeyê Zarokan vekir.

Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
Li Hesekê baxçeyê zarokan hate vekirin
18 îlon, 2018   08:34

NESRÎN ELÎ-ŞEVÎN HESEN / HESEKÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê destek da vekirina baxçeyên zarokan. Baxçeyê Zarokan ê taxa El-Kelasê ya bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê bi sponseriya Saziya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê di 2`yê Îlona îsal de hate vekirin.

Baxçe zarokên ku temenê wan di navbera 3-4 saliyê de ye, pêşwazî dike. Dema baxçe ji saet 8:00’ê sibehê dest pê dike û heta 12:00’ê nîvro diqede. Armanca vekirina baxçe, alîkariya jinên karmend e.

Hejmara zarokên baxçe ji her du pêkhateyan, 40 zarok in û heta niha deriyê tomarkirinê vekiriye.

Baxçeya Zarokan ji 4 jûr û 4 mamosteyan pêk tê. Zarok zimanê dayikê, wêne û muzîkê fêr dibin û her wiha di parka baxçe de lîstokan dilîzin.

Têkildarî mijarê berpirsa baxçe Nêroz Ibrahîm ev tişt aşkera kirin: "Baxçe ji bo zarokan wekî bingeh tê hesibandin, şarezahiyên wan xurt dibin. Ji ber ku zarok di vî temenî de gelek tiştan nas dikin û keşf dikin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Saziya Perwerde û Fêrkirinê ji bo vekirina baxçeyekî li taxa El-Salihiyê di nav amadekariyan de ye.

(şx)

ANHA