Dermanxaneya Tebqayê tevî kêm derfetan Insulin belav dike

Dermanxaneya navendî ya nexweşxaneya Niştîmanî ya Tebqayê  rexmî derfetên tê Insulin li zêdetirî 600 nexweşên şekir belav dike.

Dermanxaneya Tebqayê tevî kêm derfetan Insulin belav dike
Dermanxaneya Tebqayê tevî kêm derfetan Insulin belav dike
Dermanxaneya Tebqayê tevî kêm derfetan Insulin belav dike
Dermanxaneya Tebqayê tevî kêm derfetan Insulin belav dike
9 îlon, 2018   14:24

MIHMED HIYEWÎ/TEBQA

Dermanxaneya navendî ya nexweşxaneya Niştîmanî ya Tebqayê, Insulin li  nexweşên ku berê hatine qeydkirin belav dike. Hejmara kesên bi nexweşiya ketine li Tebqayê di navbera 500 û  600 nexweş de ye. Di vî warî de û ji ber kêm derfetan rêveberiya nexweşxaneyê di peydakirina dermanan de zehmetiya dişîne.

Dema ku derman qut dibe jî dermanxaneya navendî neçar dimîne ku derman bi buhayê bilind bikire, da ku pêwîstiyên nexweşên şekir bi cih bîne.

Li gorî gotinên hevserokê Komîteya Tendrûstiyê ya Tebqayê Ubêd Muslim, buhaya her pakêteke dermanê Insulin dighêje 2 hezar û 700 lîreyên Sûrî.

(şx)

ANHA