Peymangeha Zanistên Perwerdehî ya Ciwanan dewreya 6'emîn vekir

Li Peymangeha Zanistên Perwerdehî ya Ciwanan Mezret El-Hikumiye ya gundewarê Reqayê dewreya 6‘emîn a 37 ciwanî dest pê kir.

Peymangeha Zanistên Perwerdehî ya Ciwanan dewreya 6'emîn vekir
9 îlon, 2018   14:49

HEMÎD EL-ELÎ/REQA

Peymangeha Zanistên Perwerdehî ya Ciwnanan ya Mezret El-Hikumiyê ya gundewarê Reqayê di 15'ê Îlona sala borî de bi armanca pêşxistin û perwerdekirina ciwanan hate vekirin. Peymangeh heya niha 5 dewreyên pewerdeyê bi dawî kirin û îro ya 6‘emîn da destpêkirin.

Ciwan ji Reqa, Dêrazor, Tebqa, El-Cirniyê û El-Kalte tev li dewreyê bûn. dewre wê 40 roj bi awayekî girtî bidome. Ciwan dê waneyên bîrdozî, çandî, exlaqî, şêwaza xîtabê û waneyên zanyarî bibin.

Bernameya dewreya perwerdeyê wiha ye; ji 08:00 heta 17:00 wane tên dayîn, di navbera nîrov jî heye. Di saetên êvarê de belgefilêmên girêdayî waneyan tên pêşkeşkirin.

Piştî bidawîkirina waneyên teorî dê ciwan waneyên li ser bikaranîna kompîterê û ragihandin perwerde bibin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Peymangeha Zanistên Perwerdehiyê Hisên El-Ubêd axivî û destnîşan kir ku encama dewreyê li ser şêwaza jiyana ciwanan ji roja destpêkê xuya bû. Heta niha 75 ciwan navên xwe qeyd kirine lê hêza peymangehê têra vê hejmarî nake.

Ji aliyê xwe ve xwendekara bi navê Rîhab Remedan El-Şîxan li ser dewreyê axivî û got: "Destpêkê ji bo tevlêbûna dewreyê ez dudilî bûm, lê gelek hevalên min şîret li min kirin û ez tev li bûm. Niha em bi hevre dijî û xwe pêş dixin."

Ji aliyê xwe ve xwendekarê bi navê Receb El-Hemed got: "Tevî ku jin bingeha civakê ye, lê berê ji mafên xwe bêpar mabû. Ji ber kevneşopiyên berê û ji ber zihniyeta DAIŞ'ê ku li herêmê ferz kiribû, jin carek din ji mafên xwe mehrûm ma. Ji bo ku em xwe pêşxin û ji vê zihniyetê xilas bibin em tev li peymangehê bûn."

(şx)

ANHA