Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd hate veşartin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman Mehmûd El-Cafer (Ebû Mehmûd) ê 4‘ê Îlonê di encama teqîna mayînekê li ser riya Cizîrê- Minbicê de şehîdî bibû, bi merasîmekê li goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê hate oxirkirin.

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Mehmûd hate veşartin
6 îlon, 2018   15:48

REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, tevî endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Meclisa Sivîl a Reqayê, şervanên QSD û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi armanca oxirkirina cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebdulrehman Mehmûd El-Cafer li goristana Şehîdan li gundê Hikûmiyê kom bûn.

Şêniyan di nava bilindkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" pêşwaziya cenaze kirin.

Merasîmê oxirkirinê, bi deqeyek rêzgirtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD‘ê ve dest pê kir. Paşê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Hemdan axivî.

El-Hemdan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û rola şehîdan a di avakirina civakeke azad de anî ziman. El-Hemdan soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftina Îbrahîm El-Hemdan, wesîqeya şehadetê ya Ebû Mehmûd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şervanan cenazeyê hevalê xwe hilgirtin û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(bb)

ANHA