Hêzên Asayîşê qaçaxçiyê parçeyên dîrokî girtin

Hêzên Asayîşa Rojava li navçeya Tirbespiyê kesek ku qaçaxçîtiya parçeyên şûnwaran dikir, girtin.

Hêzên Asayîşê qaçaxçiyê parçeyên dîrokî girtin
Hêzên Asayîşê qaçaxçiyê parçeyên dîrokî girtin
29 tebax, 2018   15:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me bi koordîneya Buroya Têkoşînê ya li dijî sûcên rêxistinî ya Asayîşa Tirbespiyê duh sêşemê 28‘ê Tebaxê li navçeya Tirbespiyê kesek ku qaçaxçîtiya parçeyên dîrokî dikir û derdixist derveyî herêmê girt. Li gel wî parçeyên dîrokî ku vedigerin serdema Roman û Bîzans hatin dîtin.

Ew kes ji aliyê me ve sewqî dadgehê hate kirin."