Parasvanê Mam Zekî ku birîndar bibû şehîd ket- HAT NÛKIRIN

Mahir Serhat Şengalî ku parasvaniya Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî dikir û di êrîşa suîkastê balafirên Tirk de bi giranî birîndar bibû, şehîd bû.

Parasvanê Mam Zekî ku birîndar bibû şehîd ket- HAT NÛKIRIN
29 tebax, 2018   15:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Mahîr Serhat Şengalî parasvaniya Mam Zekî Şengalî dikir û di dema êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ku di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê pêk hatibû de, birîndar bibû.

Mahîr Şengalî ku bi giranî birîndar bibû, li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Lê tevî hemû mudaxeleyan jî, têkoşîna jiyanê ya 14 rojan winda kir û şehîd bû.

Cenazeyê Şengalî, wê sibe saet di 16.00’an de li Goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan a li Çiyayê Şengalê bi merasîmekê bê definkirin.