Li Efîrnê şer û teqîn

Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê li nêzî çerxeriya Kawayê Hesinkar şer di navbera komên çete yên girêdayî Tirkiyê rû dan, di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Li aliyekî jî êrîş bi erebeyeke bombebarkirî pêk hat.

Li Efîrnê şer û teqîn
29 tebax, 2018   15:31

EFRÎN

Ji gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine wergirtin, îro piştî nîvro şer di navbera koma çete ya Sultan Mihemed El-Fatih û Furqeya 9 yên ser bi Tirkiyê de li nêzî çerxeriya Kawayê Hesnkar a navenda bajarê Efrînê derket. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên çeteyan hene.

Heman çavkanyî diyar kir ku li bajêr erebeyek bombekirî teqiya, ji ber teqînê 4 kes birîndar bû.

Nehat zanîn ku kê êrîş pêk aniye.

ANHA