‘Armanca bûyerên duh têkbirina serxebûna perwerdê ye û derxistina wê xeta wê ye‘

Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê destnîşan kir ku bûyerên duh li ber dibistanan pêk hatine, bi yekcar dide xuyakirin ku ev dibistan  bi awayekî yekser ji aliyê rêjîmê ve tên bi rêvebirin. Armanca vê hewldana di vê demê de têkbirina serxwebûna perwerdehiyê û derxistina wê ji xeta wê ye.

‘Armanca bûyerên duh têkbirina serxebûna perwerdê ye û derxistina wê xeta wê ye‘
29 tebax, 2018   14:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê Hevserokatiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek ji bo raya giştî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

"Nûnerên civaka Suryan ên xemxwarê çand û dîroka Suryanî û hevalbendên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakerên wê bi pêşngetiya Partiya Yekîtiya Suryan di roja sêşemê 28/8/2018‘an de ji bo rê li ber veberanîna dibistanên taybet ji aliyê hin kesayetên suryanî ve li Qamişlo bê girtin hewldanên xwe kirin. Partiya Suryanî dibîne ku ji bo avakirina nifşek nû ku dîrok û çanada xwe  ya resen nas bike, divê zimanê dayîkê derbasî meteryalan bibe. Her wiha Partiya Yekîtiya Suryan hewl dide rê li ber hin kesên ku endamtiya dêrê îdîa dikin û girêdayî rêjiîma Sûriyeyê û bi taybet ji aliyê emnî ve û dixwazin zimanê Suryanî weke nêrînên Bassê beyî xizmeta gelê Suryan bike, bigire.

Hin alîgirên rêjîmê û serokan dêran an jî tabûra 5 a girêdayî rêjîmê xweset tevliheviyekê derxînin, alên rêjîmê rakirin û li dijî sîstema me ya perwerdeyê derketin xwepêşanan.

Bûreya ku duh 287/8/2018‘an li bajarê Qamişlo rû dane, diyar dike ku ew dibistan ji aliyê rêjîmê ve têne birêveberin, armanc jê ew e ku perwerdekirina li gorî meteryalên xwe berdewam bikin. Hin kesên girêdayî dêrê di bin bandora rêjîmê de û daxwazên wê pêk tînin.

Em texmîn dikin ku daxuyaniya bi navê keşyan û zilamên dêrê ya 18/8/2018‘an derketiye keş û zilamên dêrê temsîl nake. Em dibînin ku destwerdana di vê mijarê de bi navê dêrê guhertina nirx û rola dêrê di belavkirina çand û zanistê ye. Em tekez carek din tekez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe ji bo parastina ziman, çand û pêşeroja zarokan bixebitin û em rê nadin tu kes meteryalekî ku nekeve xizmeta civaka Sûriyeya ya resen ferz bike, her wiha hirmeta me li hemberî dêrê û zilamên wê heye. Em fêr bûne ewin ên rastî û aştî, heq û aramiyê belav dikin û cihê wan cihê rêzdarî ye.

Armanc ji vê hewldanê, bi taybet di vê demê de têkbirîna serxwebûna perwerdeyê û derxistina wê ji xeta wê ku bi saya fedekariya pêkhateyan vegerî riya xwe

ANHA