Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin

Bi armanca sererastkirina deverên kevnar û dîrokî yên bajarê Reqayê ku li ser destê çeteyan rastî wêrankirinê hatine, Komîteya Geştewarî û Şûnwaran hewl dide fabrîqeya çêkirina qermîtan a bajarê Reqayê sererast dike.

Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin
Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin
Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin
Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin
Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin
Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin
Fabrîqeya qermîtan a Reqayê hate sererastkirin
29 tebax, 2018   10:49

REQA / UMER EL-XELEF

Ji dema ku bajarê Reqa û gundewarên wê ketibû bin dagirkeriya komên çete ve, gelek deverên dîrokî û şûnwarên herêmê talan kirin û dizîn.

Piştî ku Reqa ji aliyê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve di 20'ê cotmeha sala borî de ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, tavilê komîte û saziyên xizmetguzariyê ji aliyê welatiyên bajêr ve hatin avakirin. Yek ji van komîteyan, Komîteya Geştewar û Şûnwaran a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bû.

Komîteyê tavilê dest bi kar û xebatên xwe yên sererastkirinê kir û fabrîqeya çêkirina qermîtan ku ji aliyê çeteyan ve rastî hilweşandinê hatiye, sererast kir. Niha fabrîqe tabloyên qermît çêdike û bi van tabloyan deverên dîrokî û şûnwarên bajêr û gundewarên wê tên sererastkirin.

Yek ji deverên kevnar ku bi qermît tê sererastkirin, mûzexaneya kevnar, surên El-Reşîd, Deriyê Bexdayê, Qesra Keçikan, Til El-Bêha, Mizgefta Kevnar, Keleha Herqele û keleha Cehber û hin deverên dîrokî yên din in.

Ji nû ve xebitandina fabrîqeya qermîtan derfeta kar ji komeke jin û mêrên bajêr re peyda kir. Niha fabrîqe nêzî 3 hezar tabloyên qermît çêdike û ji deverên şûnwaran re tên şandin.

Rêveberê Komîteya Geştewar û Şûnwaran a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê Yasir El-Mehreb girêdayî mijarê wiha got: "Armanc ji sererastkirina fabrîqeya çêkirina qermîtan ew e ku tabloyên qermîtan ji deverên kevnar û şûnwaran re peyda bike da ku ew jî bêne sererastkirin."

Meclîsa Sivîl a Reqayê bi hemû komîte û saziyên xwe xebatên xwe yên sererastkirina deverên giştî û yên taybet ku ji aliyê çeteyan ve hatine wêrankirin, didomîne.

ANHA