Şaredariyê Fafînê kehrebe gihand gundê Hasîn

Şaredariyên Gel ên kantona Şehbayê xebatên xwe ji bo xizmeta welatiyan berdewam dikin. Şaredariya Gel a navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê herî dawî kehrebe ji gundê Hasîn re peyda kir.

Şaredariyê Fafînê kehrebe gihand gundê Hasîn
Şaredariyê Fafînê kehrebe gihand gundê Hasîn
Şaredariyê Fafînê kehrebe gihand gundê Hasîn
Şaredariyê Fafînê kehrebe gihand gundê Hasîn
29 tebax, 2018   11:08

ŞEHBA

Di van salên borî de ji ber rewşa şer li kantona Şehbayê binesaziya herêmê hate hilweşandin û gelek gundên herêmê bê av û kehrebe man. Piştî ku herêm ji destê komên çete hate rizgarkirin şaredariyên gel gelek xizmetên xwe dane meşandin. Piştî ku welatiyên Efrînê di encama hovîtiya dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê de neçar man berê xwe bidin herêmê, gelek welatiyên Efrînê li gundê Hasîn ê navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hatin bicihkirin. Bi armanca peydakirina pêdiviyên welatiyan, Şaredariya Gel a navçeya Fafînê jeneratoreke kehrebeyê ji gund re peyda kir.

Endamê komîna gundê Hasîn, Henan Osman got ku kehrebe ji 160 malbatan re û di nava wan de 70 malbatên ji Efrînê hatiye peydakirin û dê kehrebe rojane 6 saetan ji welatiyan re peyda bikin.

Osman got ku lawazbûna di xebatên wan de ji ber paşguhkirina rêxistinên navneteweyî yên alîkariyan e û tevî kêmderfetan ew bi hemû hêza xwe tev digerin.

Şaredariyên gel ên kantona Şehbayê ji bo kehrebeyê ji hemû welatiyan re peyda bikin, xebatên xwe berdewam dikin û jeneratoran ji gundan re peyda dikin.

ANHA