Li Hesekê bombeyek hate bêbandorkirin

Hêzên Ewlehiya Hundirîn li çerxerêya El-Kenîse ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê bombeyek bê bandor kir.

Li Hesekê bombeyek hate bêbandorkirin
29 tebax, 2018   09:24

HESEKÊ

Li gorî agahiyên şêniyên taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ku sindoqeke biyanî li ba dîwarê  Kenîseya El-Aşûriyê ya taxa Til Hecer heye. Hêzên Ewlekariya Hundrîn (Asayîş) û hêzên Hewarê yekser berê xwe da cihê bûyerê û qad dorpêç kir.

Kolana El-Kenîse yek ji girîngtrîn kolanên bajarê Hesekê ye. Ji ber ku ewlehî li kolanê heye û ji aliyê hêzên Asayîşê ve tê parastin, şêniyên bajêr berê xwe didin wê derê.

Li gorî agahiyên şêniyan, çandina bombeyê li wê derê ji aliyê hindek aliyan ve ku hewl didin aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin û bi taybet hindek aliyên girêdayî rêjîmê ve pêk hatiye.

(bx)

ANHA