Li Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîm

Îro duşemê şêniyên kantona Kobanê cenazeyên du şehîdên YPG'ê oxir kirin. Di merasîmê de jî nasnameya gerîlayekî Hêzên Parastina Gel (HPG) hate aşkerekirin.

Li Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîm
Li Kobanê ji bo 3 şehîdan merasîm
27 tebax, 2018   17:38

KOBANÊ

Endamên saziyê sivîl û leşkerî û tevî sedan şêniyên Kobanê ji bo pêwazîkirina cenazeyên her du şehîdên YPG'ê Ş.Mihemed Hiso bi nasnav Rustem Kobanê û Egîd Keno bi nasnav Comerd Kobanê li goristana Ş.Dicle kom bûn. Her du şehîd li şervan li bajarê Tebqayê dema li ser erkên xwe bûn şehîd bibûn.

Merasîm bi torenek leşkerî ji aliyê YPG û YPJ'ê ve dest pê kir.

Piştî torena leşkerî Fermendarê YPG'ê Ibrahîm Hisên axivî û got: "Bi xwîna şehîdan gelek destkefî hatin bi dest xistin û gelek herêm ji çeteyan hatin rizgar kir. Em soza şopandina rêya şehîdan didin. Em bang li hemûyan dikin ku berpirsên armancên wan têkoşerên ku canê xwe ji bo parastina serkeftinê danê, bibin."

Ji aliyê xwe ve endama Kongreya Star a Kantona Kobanê Elmaz Romî axivî û bang li şêniyan kir ku xwedî li şehîdan derkevin û ji bo avakirina civakek azad û demokrat li ser bingeha rêgeza netewa demokratîk, biratiya gelan û azadiya jinê û afirandina civakek mînak û layîqî xwîna şehîdan, bixebitin.

Di dawiya axaftinan de wesîqeyên şehadetê ji aliyên Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xwendin û nasnameya şehîd Ismaîl Beşar yê bi nasnav Mezlûm Kobanê, gerîlayekî HPG‘ê hate aşkerekirin. Şehîd Mezlûm di encama topbarana balafirên şer ên dewleta tirk li ser herêmên parastina rewa şehîd bibû. wesîqe radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Şêniyan cenazeyên her du şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana Ş.Dicle spartin axê.

(şx)

ANHA