Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike

Li ser daxwaznameyên welatiyan Şaredariya Gel a Girkê Legê projeya sererastkirina rê û kolanên sereke bi dirêjahiya 15 km û panbûna 8 mîtreyan da destpêkirin.

Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
Şaredariya Girkê Legê riya sereke sererast dike
19 tebax, 2018   10:56

RAPERÎN TEHLO – SEYDO ÎBO / QAMIŞLO

Rê û kolanên sereke yên navenda navçeya Girkê Legê ji ber baran û lehiyan û xebatên avakirinê di bajêr de têk çûne. Her wiha gelek avahiyên nû hatin avakirin û heta niha riya van avahiyan nehatiye qîrkirin.

Bi armanca sererastkirina van rê û kolanan welatiyên Girkê Legê gelek daxwazname pêşkêşî Şaredariya Gel kirin.

Nûçegihanên ANHA'yê serdana navçeyê kirin û nêrînên welatiyan derbarê rewşa rê û kolanan de wergirtin.

Ajokarê bi navê Ebdilkerîm Hemdan girêdayî mijarê got ku ji ber têkçûna rê ew nikarin ajokariyê bikin û gelek caran siwareyên wan ji ber çalên di nava kolanan de xirab dibin.

Ajokarê bi navê Elî Ezîz jî bang li aliyên têkldar kir ku van rê û kolanan di demeke lezgîn de çareser bikin û vê pirsgirêka hatûçûnê çareser bikin.

Mihemed El-Hisên El-Ebîd dukandarekî li ser riya Siwêdiyat a Girkê Legê ye got ku gelek rê axî ne û hêjî nehatine qîr kirin û di encama hatûçûnê de toz û telaz radibe û dukandar gelekî tengezar dibin.

Şaredariya Gel daxwaza welatiyan bersivand

Şaredariya Gel a Girkê Legê li ser daxwaznameyên welatiyan dest bi projeya sererastkirina rê û kolanan kir. Rayedarên Buroya Pîşeyî ji ANHA'yê re diyar kirin ku dê hemû rê û kolanên di hundirê Girkê Legê de pîne û sererast bikin.

Li gorî hevserokê Şaredariya Gel a Girkê Legê Silêman Hesen lêçûna projeyê nêzî 25 milyon lîreyên Sûriyeyê ye.

Hesen da zanîn ku têkçûna van riyên Girkê Legê ji ber gelek sedeman e û hin ji van sedeman baran, lehî û xebatên avakirinê ne. Hesen got ku piştî evan rê û kolan bêne sererastkirin dê du çerxeriyan li dergehên bakur û rojhilatê navçeyê ava bikin da ku pirsgirêka hatûçûnê bête çareserkirin.

Şaredariya Gel tevî hemû kêmderfetan bi hemû hêza xwe tevdigere û xizmeta welatiyan dike.

ANHA