Li Reqayê dewreya 5 hezar mamosteyan bi dawî bû

Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dewreya havînê ya amadekirina mamosteyan bi dawî kir.

Li Reqayê dewreya 5 hezar mamosteyan bi dawî bû
Li Reqayê dewreya 5 hezar mamosteyan bi dawî bû
Li Reqayê dewreya 5 hezar mamosteyan bi dawî bû
19 tebax, 2018   10:36

REQA

Komîteya Perwerdeyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dewreya amadekirina momosteyan bi dawî kir. Dewreya havînê du mehan dewam kir. Di dewreyê de dersên birdozî û dersên li ser materyalên xwendinê hatin dayîn. Ji bo vê yekê şahiyek hate lidarxistin. Şahî li 3 dibistanan; El-Wehde El-Erebaiye ya taxa El-Mişlib, dibistana Meseb Bin Omêr a taxa Rimêla û dibistana Cewad Enzûr a taxa El-Deriye hate lidarxistin.

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, endamên Buroya Perwerdeyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk, Komîteya Jinê û endamên Buroya Malbatên Şehîdan tev li şahiyê bûn.

Şahî bi rêzigirtinê dest pê kir. Paşê ji aliyê serokê Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê Elî El-Şenan, bi navê Buroya Perwerdeyê ya MSD`ê Receb El-Muşrif, bi navê Meclisa Jinan Buseyna Serhan, bi navê Malbatên Şehîdan Fatma El-Îsa û bi navê Komîteya Perwerdekirinê Abdullrehamn El-Hemûd axaftin hatin kirin.  

Di axaftinan de kar û xebatên Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Perwerdeyê li ser xurtkirina asta çandî û fêrkirinê û başkirina rewşa dibistanan pîroz kirin.

Paşê şanoyek bi navê "Perwerde piştî şer û xirabûnê" û helbest ji aliyê mamosteyan ve hatin pêşkêşkirin.

Paşê mamoste ku dewreyên havînê bi rê ve dibin, ji aliyê serokê Komîteya Perwerdeyê Elî El-Şenan û endama Komîteya Perwerdeyê Emel El-Şêx ve hatin xelatkirin.

Şahî bi xelekên dîlanê bi dawî bû.

(bx)

ANHA