Şandeyeke Spanyayê serdana Kobanê dike

Şandeyeke Spanyayê serdana bajarê Kobanê kir û bi rayedarên Kongreya Star re civiya da ku alîkariya xwe ji jinên herêmê re pêşniyar bike û projeyên taybet ji bo jinan bi pêş bixin.

Şandeyeke Spanyayê serdana Kobanê dike
Şandeyeke Spanyayê serdana Kobanê dike
8 tebax, 2018   10:41

KOBANÊ

Bi armanca alîkariya bi xebatên Kongreya Star re şandeyeke Spanyayê serdana Kobanê kir. Şande ji lêkolînera civakî Stera Garsiya û endama meclisa bajarê Durango yê Spanyayê Aydr Badîla û gelek rojnamevan, hiqûqnas û mamosteyan pêk tê.

Şande ji aliyê endamên Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Sara Xelîl, Almaz Romî û rêveberiya Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk Necbîr Teyar ve hate pêşwazîkirin.

Di navbera rêveberiya Kobanê û rêveberiya bajarê Durango a Spanyayê de girêdesta biratiyê hatiye îmzekirin û li gorî vê hevpeymanê hevkariya di navbera her du bajaran de dê were zêdekirin.

Di vê çarçoveyê de şandeya Spanyayê serdana Kobanê dike da ku beşdarî projeyên jinan û xebatên birêxistinkirina jinan û rola wan di projeya neteweya demokratîk de bibin.

Şandeyê di serdana xwe de piştrast kir ku dê alîkariya madî bi avakirina projeyên jinan ên li Kobanê re bikin. Tê payîn ku şande serdana navendên jinan ên Kobanê bike û rewşa kar û xebatan bişopîne.

ANHA