Li Reqayê goreke din hate dîtin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Komîteya Jinûveavakirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê goreke din a komî li navenda bajarê Reqayê dît.

Li Reqayê goreke din hate dîtin
Li Reqayê goreke din hate dîtin
Li Reqayê goreke din hate dîtin
7 tebax, 2018   09:30

REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, Tîma Destwerdanên Destpêkê dest bi rakirina cenazeyên di bin enqazan de kir.

Ji rêveberên Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir El-Xemîs got heta niha wan 9 gorên komî li bajarê Reqayê dîtine û wiha pê de çû: “Heta niha me ji gora Reşîd û baxçeyê sewalan cenaze hemû derxistine û li gorên din derxistina cenazeyan dewam dike. Heta niha zêdetirî hezar û 500 cenaze piraniya xwe ku sivîl in, hatine derxistin.ʺ

El-Xemîs tekez kir ku wan goreke din a komî li nêzî Çerxerêya Penorama dîtine û di hefteyên pêş de we tîm dest bi derxistina cenazeyan bike û belge bike.

(kc)

ANHA