Şaredarî rêyên Şêranê qîr dike

Şaredariya Gel a Şêranê kolan û rêyên sereke yên navçeya Şêranê ya girêdayî kantona Kobanê qîr dike.

Şaredarî rêyên Şêranê qîr dike
Şaredarî rêyên Şêranê qîr dike
Şaredarî rêyên Şêranê qîr dike
Şaredarî rêyên Şêranê qîr dike
Şaredarî rêyên Şêranê qîr dike
7 tebax, 2018   09:31

KOBANÊ

Şaredariya Gel a navçeya Şêranê bi alîkariya Şaredariya Gel a bajarê Kobanê dest bi qîrkirin û sererastkirina rêyên naveçeya Şêranê û her du bajarokên Taşlûg û Tilxezalê yên girêdayî navçeyê kir.

Şaredariyê ji 5`ê Tebaxê ve dest bi zîftkirin û sererastkirina rêyan kiriye.

Piştî ku binerda qîrê (bonya tehtiyê) hat sererastkirin, şaredariyê dest bi qîrkirina rêya sereke kir. Piştî ku qîrkirina navçeyê bi dawî bibe dê dest bi ya bajarokên Taşlûg û Tilxezalê bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Şêranê Nîzar Îbrahîm Şêxo kêfxweşiya xwe ji bo qîrkirina rêyan anî ziman û wiha got: “Piştî 27 salan ji  zehmetiyê, em xwe bi xwe rêyên xwe qîr dikin. Em hewl didin hemû rêyên sereke qîr bikin, eger em karibin em ê rêyên din jî qîr bikin.”

 Şaredariyê heta niha 820 metre dirêjî û 16 metre firehî qîr kiriye.

ANHA