Piştî rizgarbûnê li Tebqayê mîhrîcana yekemîn

Bi dirûşma 'Mîhrîcana dildariyê û jiyana hevbeş' Miduriyeta Turîzmê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê, di demeke nêz de Mîhrîcana Kirîn û Firotina Pêdiviyên Binemalî li Tebqayê cara yekemîn piştî rizgarkirinê organîze dike.

Piştî rizgarbûnê li Tebqayê mîhrîcana yekemîn
Piştî rizgarbûnê li Tebqayê mîhrîcana yekemîn
Piştî rizgarbûnê li Tebqayê mîhrîcana yekemîn
7 tebax, 2018   07:49

UDEY E-EHMED / TEBQA

Ramana orgenîzekirina vê mîhrîcanê ya ku bûbû taybetmendiya bajarê Tebqayê di salên borî de, bi armanca jiholêrakirina bandorên neyînî û tarî yên çeteyên DAIŞ'ê  û her wiha ji bo çalakirina tevgera bazirganiyê ya ku piştî rizgarkirina Tebqayê li bajarê geş bûye, hat.

Têkildarî vê mijarê hevseroka Miduriyeta Turîzm û Parastina Şûnwaran Nicûd El-Bayie wiha got: "Mîhrîcan di roja yekşema bê de di 12'ê Tebaxa vê salê de dê dest pê bike û tê de gelek çalakiyên hunerî û bazirganî dê pêk werin."

Her wiha Nicûd diyar kir ku gelek firoşkarên cil, madeyên xwarinê, xişr, xwaringeh û alavên malan û bi nirxên pêşbazdarî dê beşdarî mîhrîcanê bibin.

Hevseroka Miduriyeta Turîzm û Parastina Şûnwaran Nicûd El-Bayir destnîşan kir ku bi hevkariya Şaredariya Gel a Tebqayê amadekariyên mîhrîcanê dikin, cihê mîhrîcanê li taxa duyemîn sererast dikin û peyarêyan piştî sererastkirinê boyax dikin û her wiha Komîteya Çand û Hunerê çavdêriya amadekariyên hunerî dike.

Heta niha Miduriyeta Turîzmê daxwaznameyên beşdarbûnê ji bazirganan digire û ji bo eyerkirina cihê wan di mîhrîcanê de dixebite.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku piştî rizgarkirina şervanên QSD'ê bajarê Tebqayê di 10'ê Gulana borî ve ji dest DAIŞ'ê, ev mîhrîcana yekemîn e.

(şx/ew)

ANHA