Mijarên rojnameyên Erebî îro behsê kirine ev in

Berdevkê komên çekdar li Idlibê li xwe mukur hat ku ew girêdayî rêjîma Tirkiyeyê ne û piştrast kir ku ew alîkariya xwe ya darayî û leşkerî berê û niha ji Tirkiyeyê werdigirin. Hin çavdêran diyar kirin ku jinûve veqetandina dengên hilbijartinên Îraqê, hewldaneke ji bo aramiya siyasî di hundirê çalakiya siyasî de ye û da ku di xwepêşandanan de neyê bikar anîn. Li Filistînê tabûrên Hemas agirbesta bi mer bi Îsraîlê re red kir.

Mijarên rojnameyên Erebî îro behsê kirine ev in
7 tebax, 2018   07:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro hatine çapkirin behsa komeke mijarên herêmê kir. Rojnameyan bal kişandin ser rewşa başûrê Sûriyeyê û parêzgeha Idlibê. Her wiha behsa çalakiya jinûve veqetandinan dengên hilbijartinên Îraqê kirin. Dosya Yemenê û agirbesta di navbera Hemas û Îsraîlê de û cezayên Amerîka li ser Îranê û tevliheviya têkliyên di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de cihê xwe di manşêtên rojnameyan de girtin.

Dosya Siwêda ji Mosko re ezmûnek e û hêzên rêjîmê li çolistana wê pêşve diçe

Girêdayî mijar û aloziya Sûriyeyê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Siwêda hêza Mosko ya dûrxistina Îranê ji başûr diceribîne". Rojnameyê diyar kir ku li rex nakokiyên di navbera Rûsya û Îranê û milîsên girêdayî Îranê li Siwêda û zêdebûna metirsiya li ser jiyana kesên ku DAIŞ'ê ji Siwêda revandine, piştî çalakiya leşkerî ya rêjîmê li dijî DAIŞ'ê li bakur û bakurrojhilatê parêzgehê, diyar e dosya Siwêda hêza Mosko ya pêkanîna lihevkirinên Rûsya bi Urdun û Îsraîlê re dixe ezmûnekê.

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de got ku Mosko pilana xwe diceribîne da ku artêşa Sûriyeyê sererast bike û tabûrên bi rêjîma Sûriyeyê re li hevkirine beşdarî nava artêşa dike û cihê xwe di şerê li Siwêda de digirin. Hin rikberan girêdayî hêza Rûsya ya derxistina Îranê ji Siwêda û başûrê Sûriyeyê bi guman in. her wiha hewldanên sererastkirina artêşê bi "pînekirinê" rexne kirin.

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm çeteyên DAIŞ'ê ji gelek aliyan ve dorpêç dike". Rojnameyê diyar kir ku li gorî raporên ji hundirê parêzgeha Siwêda, artêşa hikûmeta Sûriyeyê ji gelek aliyan ve ber bi çolistana Siwêda ve pêş ve diçe.

Mukurhatina wergirtina alîkariya darayî û leşkerî ji Tirkiyeyê

Girêdayî rewşa Ii Idlibê, komên çekdar ku di van demên dawî de hatine avakirin li xwe mukur hatin ku wan alîkariya xwe ya darayî û leşkerî ji Tirkiyeyê werdigirtin û hêjî werdigirin. Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Nacî; em alîkariya darayî û leşkerî ji Enqereyê werdigirin. Em ê dosya El-Nusra çareser bikin da ku hincetên êrîşa li dijî Idlibê pûç bikin".

Rojnameyê diyar kir ku berdevkê fermî yê Eniya Niştimanî ya Rizgariyê fermandar Nacî Ebû Huzeyfa wiha gotiye: "Em weke Eniya Niştimanî alîkariya xwe ya darayî, leşkerî û siyasî ji Tirkiyeyê werdigirin. Kordîneya me bi Enqereyê re temam e û berjewendiyên me bi wê re hevbeş in. Hemû tabûrên di bin sîwana Eniya Niştimanî ya Rizgariyê de beriya niha alîkariya darayî, lojestîk û siyasî ji Tirkiyeyê werdigirtin. Ev alîkarî niha bi Eniya Niştimanî ya Rizgariyê re berdewam dibe."

Rêjîm ji bo vegerandina koçberan komîteyekê ava dike

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Ji bo vegerandina koçberên li derve Şam komîteyeke kordîneyê ava dike". Rojnameyê diyar kir ku rêjîma Sûriyeyê avakirina Komîteyeke Kordînekirinê ji bo vegerandina koçberên li derveyî Sûriyeyê ragihandin.

Li pêşiya şîrketa LUKOIL a Rûsyayê xwepêşandan

Girêdayî mijarên Îraqê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rûniştineke asê ya vekirî li pêşiya şîrketeke Rûsya ya petrolê". Rojnameyê diyar kir ku xwepêşandêrên bajarê Besra rûniştineke asê ya vekirî li pêşiya navenda şîrketa LUKOIL a Rûsyayê lidar dixînin da ku bêkaran bixebitîne.

Jinûve veqetandina dengan hewldaneke parastina aramiya siyasî ye

Rojnameya El-Ereb jî nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Veqetandina dengan bi destan encamên hilbijartinan ragihandin; hewldaneke rêgirtina li pêşiya xwepêşandanên nû li Îraqê ye". Rojnameyê diyar kir ku di encama hêrsa girêdayî sextekirina encamên hilbijartinên Îraqê "ne tiştek e", piştî ku encamên veqetandina dengan bi destan derketin heta asteke bilind weke encamên berê ne.

Çavdêran destnîşan kirin ku ev pêngav hewldaneke ji bo parastina aramiya siyasî di hundirê çalakiya siyasî de ye, da ku di xwepêşandanan de neyên bikaranîn.

Tabûrên Filistînê agirbesta bi merc bi Îsraîlê re red kirin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Tabûran Hemas agahdar kirin ku ew agirbestê bi buhayên siyasî red dikin". Rojnameyê diyar kir ku li rex hewldanên Misir û Netewên Yekbûyî ya pêkanîna agirbesteke hemdem di navbera Hemas û Îsraîlê de da ku ambargoya li ser herêma Gaza were rakirin û aloziya mirovahî were çareserkirin, rawestandina "meşên vegerê" merc dike. Tabûrên Filistînê di civînekê de Hemas agahdar kir ku ew agirbesta di bin mercên bi buhayên siyasî red dikin.

Griffith ji aliyên Yemenê dixwaze ku nûnerên xwe pêşniyar bikin

Girêdayî karûbarên Yemenê rojnameya El-Ereb di nivîseke xwe de diyar kir ku li gorî çavkaniyên siyasî Griffith di çarçoveya civînên Cinêvê de ji hemû aliyên Yemenê xwest ku nûnerên xwe ji bo danûstandinan pêşniyar bikin.

Waşinton jinûve cezayan li ser Tehranê ferz dike

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat di nivîseke xwe de diyar kir ku Îran vegeriya bin nîrê cezayên Amerîka. Di heman demê de rêjîma Îranê aloziyeke hundirîn jiyan dike û pêleke nû ya xwepêşandanan dest pê dike.

Tevliheviya têkliyên di navbera Enqere û Waşintonê de nirxa lîreyên Tirkiyeyê daxist

Girêdayî mijarên Tirkiyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Lîreya Tirkiyeyê ji ber nakokiyên bi Waşintonê re li ba dibe". Rojnameyê diyar kir ku nirxa lîreya Tirkiyeyê ji ber nakokiyên di navbera Enqere û Waşintonê de daket asteke jêr û piştî Trump ragihand ku lêvegera darayî ya gumrika bi Tirkiyeyê re tê kirin. Ev gav jî dibe ku bandoreke neyînî li derhatinên Tirkiyeyê bike û dibe bigihêje 1.7 milyar dolar. Nirxa lîreya Tirkiyeyê duh daket asta 5.18 lîreyan li hemberî dolarekî.