Amerîka ji nû ve danekirinan li Îranê ferz dike

Amerîkayê îro danekirinên aborî yên yekalî ji nû ve li ser Îranê ferz kirin, piştî ku di hevpeymana dîrokî ya der barê dosyaya Tehranê ya nukleerî de ya sala 2015'an bi 6 dewletên mezin re rakiribûn. Serokê Amerîkayê Donald Trump di Gulana borî de vekişandina Amerîkayê ji hevpeymanê ragihand.

Amerîka ji nû ve danekirinan li Îranê ferz dike
7 tebax, 2018   06:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Gurzê yekemîn ji cezayên Amerîkayê îro berbangê saet 04:01'an li gorî dema Girînîç ket meriyetê û li gorî wê hemû danûstandinên darayî û wergirtina madeyên sereke tên rawestandin. Her wiha kirînên siware û balafirên bazirganî jî digire nava xwe. Di Mijdara bê de jî dê aliyên petrol û gazê li rex banka navendî ya Îranê bigire nava xwe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihand ku ew ji hevpeymaneke nû ya nukleerî bi Îranê re vekirî ye û vegerandina cezayên aborî li ser Îranê tekez kir.

Trump di daxuyaniyeke xwe de wiha got: "Di dema ku em zexteke aborî li ser rêjîma Îranê didin meşandin, em deriyê pêkanîna hevpeymaneke berfireh ku hemû çalakiyên bi ziyan radiwestîne vekirî dihêlin û di nava wê de bernameya wê ya balîstîk û alîkariya bi terorê re."

Trump piştrast kir ku ev tedbîr ji bo ku Îran rêbazên xwe biguherîne û şîrketên ku hewl didin cezayan binpê bikin, hişyar kirin ku dê rastî encamên kambax werin.

Ji aliyê din ve Îranê got ku Amerîka di helwesta xwe ya li hemberî Tehranê de "bi tenê ye". Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî wiha got: "Bêguman zextên siyasî yên Amerîkayê dê hin tevliheviyan derxin, lê di rastiyê de îro Amerîka di cîhanê de tecrîd bûye."