Malbatên Efrînê: Jiyana bi çeteyan re dojeh e

Malbatek ku ji ber binpêkirinên çeteyên artêşa tirk ji Efrînê derket û berê xwe da navçeya Şêrawa, dibêje ku hemû malbatên Efrînê ji ber kirinên çeteyên artêşa tirk der heqê şêniyên Efrînê de naxwazin bi wan re bijîn.

Malbatên Efrînê: Jiyana bi çeteyan re dojeh e
7 tebax, 2018   06:23

ELÎ KEDRO - CEFER CAFO / EFRÎN

Malbata M.C. yek ji malbatên ku li Efrînê diman û rastî kiryarên artêşa tirk û çeteyên wê der heqê sivîlan de hat. Ji ber wê malbat ji wê terorê revî û berê xwe da navçeya Şêrawa.

Li gorî L.C. yek ji endamên malbatê, di rêwîtiya revandinê de, artêşa tirk gule li malbatê barandin lê malbatê karî xwe bigihîne cihekî ewle.

Z.C. ji eynî malbatê ye û wiha got: "Gelek cudahî di navbera jiyana li Efrînê beriya ku çete werin û piştî hebûna wan heye. Berê ew di nav aramî û ewlehiyê de dijiyan lê niha jiyan li Efrînê veguheriye dojehê."

Her wiha Z.C. diyar kir ku ji destpêka hatina çeteyên Erdogan bo Efrînê ve, hemû mal û milkên welatiyan dizîn û piştre dest bi revandin, îşkencekirin û her wiha kuştina welatiyan kirin û ew bûne şahidê van bûyeran.

Di berdewama axaftina xwe de Z.C. ev tişt anîn ziman: "Di welatê xwe de em wek koçberan di bin serweriya osmaniyên terorîst ên bêmerhemet û dermirovî de dijiyan."

Têkildarî heman mijarê M.C. û L.C. diyar kir ku ji destpêka têketina artêşa tirk û çeteyên wê ji Efrînê re wan gelek ji binpêkirinên wan azar kişandin.

L.C. destnîşan kir ku ew ji ber tirsa revandinê ji aliyê çeteyan ve heta 3 mehan nikarîbû ji mala xwe derkeve û wiha got:"Jiyana di nav çeteyan de mîna dojehê ye. Ji ber wê me biryar da ku em ji Efrînê derkevin û me berê xwe da navçeya Şêrawa. Di rê de artêşa tirk gule li me barandin, lê piştî rêwîtiya peyayî 8 saetan em gihaştin navçeya Şêrawa."

L.C. di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Hemû malbatên ku niha li Efrînê ne, ji ber ku jiyan bi terorê re nabe dixwazin ji Efrînê derkevin. Ji ber wê divê hemû malbatên ku li derveyî Efrînê ne heta Efrîn rizgar nebe, venegerin Efrînê."

(şx/ew)

ANHA