Baxçeyê zarokan ji bo dayikên ku dixebitin derfeteke zêrîn e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê, ji bo ku astengiyan li ber dayikên ku kar dikin rake û ji wan re bibe alîkar, baxçeyekî zarokan bi navê Şehîd Rêmas di sala 2016`an de vekir û ev baxçe ji bo dayikên karmend û karker bûye destekeke mezin.

Baxçeyê zarokan ji bo dayikên ku dixebitin derfeteke zêrîn e
Baxçeyê zarokan ji bo dayikên ku dixebitin derfeteke zêrîn e
Baxçeyê zarokan ji bo dayikên ku dixebitin derfeteke zêrîn e
Baxçeyê zarokan ji bo dayikên ku dixebitin derfeteke zêrîn e
7 tebax, 2018   06:41

STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Bi armanca her dayikek karibe cihê xwe di saziyan de bigire û tu pirsgirêk li hemberî karkirinê dernekevin, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê baxçeyekî zarokan (kreş) bi navê Şehîd Rêmas di 19`ê Tîrmeha 2016`an de li bajarê Kobanê vekir. Ji bilî dayikên ku di saziyan de kar dikin, dayikên din ên karker jî zarokên xwe tînin baxçeyê zarokan.

Dema baxçe hate vekirin, tenê 25 zarok tê de hebûn, lê niha hejmara zarokên di baxçe de gihaştiye 80`yan. Ev yek jî diyar dibe ku jin her ku diçe bêhtir rola xwe di nava civakê de radibin û bi xwe bi xwe debara jiyanê dikin.

Di baxçe de, 16 jin bi zarokan re mijûl dibin. Baxçe saet di 07:00’an de vedibe, heta saet 16:00`an vekirî ye. Zarokên temenê wan ji 6 mehî heta 4 saliyê di baxçe de têne qebûlkirin.

Der barê mijarê de, rêveberiya baxçeyê zarokan Newroz Ebdî  ji ajansa me re axivî û da zanîn ku armanca wan ji vekirina baxçeyê zarokan ew e ku bi dayikên ku kar dikin re bi bibin alîkar û li hemberî karkirina wan tu pirsgirêk dernekevin.

Newroz bi lêv kir ku ew zarokên nexweş di baxçe de qebûl nakin û zarokên ku li gel wan jî  nexweş bikevin, ew yekser agahiyê didin malbatên wan.

Rêvebera baxçeyê zarokan Newroz Ebdî diyar kir ku navenda wan biçûk e, êdî nikarin zarokan qebûl bikin, ji bo peydakirina navendeke mezintir da ku hejmareke mezin ji zarokan pêşwazî bikin, hewldanên wan hene.

(kc/ew)

ANHA