Motor; hinek pê debara xwe dikin, hinek jî gel pê bêzar dikin

Li bajarê Hesekê gelek kes debara xwe bi serwîsên motoran dikin, li aliyê din jî hinek kes ji bo keyfê di nava bajêr de tûran pê diavêjin û gel bêzar dikin. Gelê Hesekê û ajokarên motorên serwîsan bang li polîsên trafîkê kir ku wan kesên ku gel bêzar dikin, ceza bikin.

Motor; hinek pê debara xwe dikin, hinek jî gel pê bêzar dikin
Motor; hinek pê debara xwe dikin, hinek jî gel pê bêzar dikin
Motor; hinek pê debara xwe dikin, hinek jî gel pê bêzar dikin
7 tebax, 2018   05:44

BÊRÎTAN MEDUSA – OLVA HECMENSÛR / HESEKÊ

Bajarê Hesekê yek ji bajarên herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê ye. Wekî hemû herêman, şer bandor li  Hesekê kir û gelek koçber girtin. Yek ji karên ku gel debara xwe pê dike jî serwîsên motoran in.

Dema ku mirov dikeve Hesekê li derdora her dewareyekê kesên bi motora xwe li benda mişteriyan rawestiyane, dibîne. Gelê ku nikarin pereyên serwîsa teksiyan bidin, li motoran siwar dibin û ajokarê motoran wan digihînin cihê wan. Her carê ajokar dikare herî zêde du kesan li motorê siwar bike. Li gorî dûrahiya cihê ku mişterî dixwaze, bihayê serwîsê di navbera 100-300 wereqeyên Sûriyeyê de diguhere. Lê li gel van kesên ku bi destûra trafîkê debara xwe bi motoran dikin, ciwanên ku hîn temenê wan nebûye 18 salî, ajokarên din bêzar dikin.

Ev kes ji bo kêfê tûran di nava bajar de diavêjin, serê motoran bilind dikin, çanteyên li milê jinan direvînin û pir bi lez diçin, dibin sedemên qezayan û gel bêzar dikin. Kesên ku bi motoran serwîsê dikin û gelê Hesekê ji van kesan bêzar e û bang li polîsên trafîkê dikin ku van kesan ceza bikin.

‘Rizqê me dibirin’

Yek ji welatiyên ku debara xwe bi serwîsên motoran dike Birahîm Xelef (46) e.Motora Xelef bi kirê ye. Di dawiya mehê de pereyê ku feyde dike, nîvê wê dide xwediyê motorê. Xelef bi wê motorê debara malbata xwe dike ku ji 7 kesan pêk tê. Birahîm diyar kir ku ew rojane nêzî 700-800 wereqe qezec dike û wiha got: “Ev 19 sal e ku ez vî  karî dikim. Ev motor rizqê min e.” Birahîm  Xelef bêzariya xwe ya ji kesên motoran ji bo kêfê diajon wiha anî ziman: “Hinek kes ji bo keyfê tûran diavêjin û gel bêzar dikin. Ev kes rizqê me qut dikin. Em bang li rêveberiya trafîkê dikin ku li ser wan kesan rawestin.”

‘Ez debara malbateke 10 kesî bi motorê dikim’

Yek ji welatiyên ku debara xwe bi serwîsa motoran dikin jî Saleh Fenûş Abdullah (45) e. Abdullah debara malbata xwe ya ji 10 kesan pêk tê, bi motorê dike. Saleh jî da zanîn ku debara wan hemû li ser motorê ye û wiha axivî: “Hinek kes gel aciz dikin, em bang li trafîkê dikin ku wan kesan ceza bikin.”

Dikandarê bi navê Ehmed Haşim Abdulletîf ku li taxa Nasra cilan difiroşe, bêzariya gel a ji bo motoran anî ziman. Ehmed destnîşan kir ku gel gelek ji motoran aciz dibe û wiha pê de çû: “Her roj qeza çêdibin. Kesên motoran diajon rêzê ji kesî re nagirin. Jin, zarok, mêr hema kî li ser rê be ew xwe li kesî nagirin. Çanteyên milên jinan direvînin. Rast e, hinek kes debara xwe li ser motoran dikin, lê hinek kes jî wekî serseriyan diajon. Em bang dikin ku qanûnekê ji bo wan kesan deynin û wan kesan ceza bikin.” 

Ji 18 saliyê kêmtir bikaranîna motoran qedexe ye

Li ser gazinên gel me jî serdana Navenda Giştî ya Polîsên Trafîkê ya Hesekê kir. Li gorî agahiyên me ji rêveberên polîsên trafîkê wergirt, ji ber gel feqîr e û debara xwe li ser motoran dike, xebitandina motorên serwîsê qanûnî ye. Lê ji temenê 18 saliyê biçûktir xebitandina motoran qedexe ye. Rayedaran diyar kir ku ji sedî 80’yê motoran li Hesekê bi kaxezên destûrê tên bikaranîn. Ew jî hewl didin motorên bê destûr bigirin. Kesên ku destûra motora wî ya rêjîmê be jî, tê pejirandin û li trafîkê jî destûr ji wî re tê derxistin. Dema kesên ji 18 saliyê biçûktir motoran bi kar bînin, 15 roj motor tê girtin, 10 hezar ceza dixwe û nabe carake din motorê biajo. Eger kesên bi ceza careke din biajon, vê carê jî motor tê desteserkirin û wî kesî radikin dadgehê. Eger kesek temenê wî ji 18 saliyê zêdetir be jî dema gel bêzar bike bi heman şêweyî tê cezakirin. Eger kesên gel bêzar dikin hêzên leşkerî bib, wan li saziya wan gilî dikin û motor 3 mehan tê desteserkirin. Dîsa kesên ku projektorên rengê spî û hoparloran ji bo stranan  bi kar tînin jî tên cezakirin, projektor û hoparlor jê tên standin û motor jî 15 rojan heta mehekê tê desteserkirin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di herêma Cizîrê de serwîsên motoran tenê li Hesekê û Serêkaniyê tên bikaranîn.

(kc/ew)

ANHA