Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi sedan kesî sersaxî ji malbatên 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê ya Efrînê re xwestin.

Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
Ji bo 4 cangoriyên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
30 tîrmeh, 2018   16:40

HELEB

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji bo şervanên YPG‘ê Fûad Rezûq (Mihemed Heleb), Mihemed Xelîl (Rojvan Dêrik), Mihemed Elî (Serbilind Efrîn) û Tariq Îsa (Hesan) ên ku di navbera 22‘ê Sibatê heya 3‘ê Adarê de di Berxwedana Serdemê de şehîd bûn, sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve dest pê kir.  Her wiha bi navê YPG/ YPJ, Meclisa Malbatên Şehîdan û TEV-DEM‘ê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku şehadet windahiyeke nayê tawîzkirin û birîneke nayê jibîrkirin û wiha hate gotin, "Lê ji bo azadiya gel û welat berdêl çi be divê were dayîn da ku jiyanek bi rûmet pêk were.

Kesên axivîne girîngiya berdewama xeta têkoşînê û xwedîkerketina li şehîdan anîn ziman.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA