Ebadî û Barzanî lihev civiyan

Li Bexda Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî lihev civiyan.

Ebadî û Barzanî lihev civiyan
30 tîrmeh, 2018   15:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, îro li Bexda Serokwezîr Ebadî pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de çend mijarên di navbera herdu aliyan de hatine destgirtin.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên jî beşdarî civînê bûye û Ebadî û Barzanî behsa, rewşa siyasî û çend dosyayên hevbeş ên di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kirine.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Heyder Ebadî û Nêçîrvan Barzanî, tekezî li ser girîngiya berdewambûna pêwendiyan û diyalogê ji bo pêşxistina karê hevbeş ê nîştimanî kirine, bi taybet piştî rêxistinkirina hewldanan ji bo serkeftina li ser çeteyên DAIŞ'ê de. Bi hevbeşiya di navbera hêzên ewlehiyê û pêşmergeyan de. Girîng dîtin ku vê hevbeşiyê biparêzin. Ev jî ji bo dûrxistina her metirsiyekî li ser Iraqê."

Ji ber referandûma 25'ê Îlona 2017'an a Herêma Kurdistanê peywendiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de xerab bibûn. Weke bertekekî li dijî referandûmê di 16'ê Cotmeha heman salê de hêzên Iraqê êrîşî herêmên madeya 140 û hemû herêmên di bin destê hêzên Kurdan de kir. Ew herêm hemû xistin di bin kontrola xwe de.