Bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên berxwedana Efrînê hatin ragihandin

Nasnameya 4 şehîdên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê bi merasîmekê hatin ragihandin.

Bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên berxwedana Efrînê hatin ragihandin
Bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên berxwedana Efrînê hatin ragihandin
Bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên berxwedana Efrînê hatin ragihandin
Bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên berxwedana Efrînê hatin ragihandin
Bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên berxwedana Efrînê hatin ragihandin
Bi merasîmekê nasnameya 4 şehîdên berxwedana Efrînê hatin ragihandin
30 tîrmeh, 2018   17:37

ŞEHBA

Meclisa Mablatên Şehîdan a Kantona Şehbayê bi tevlîbûna bi sedan şêniyên Efrînê û yên Şehbayê nasnameyên 4 şervanên Berxwedana Serdemê yên ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûn ragihand.

Merasîm li kampa Berxwedan a navçeya Fafîn hate organîzekirin.

Şehîdên nasnameyên wan hatin ragihandin ev in; Idrîs Ereb (Dilsoz Ronî), Mihemed Hemdî Ebdo (Dilgeş Welat), Botan Cemo Qendîl (Cemo Abdullah) û Rizgar Hec Hemo (Kemal Pîr).

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê Xelîl Ehmed, endama Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Rohilat Arif, endama Kongreya Star Hêvîn Silêman, bi navê pêkhateyê bavê şehîd Ezîz Ereb Hesen Hec Hesen û xuşka şehîd Rizgar Hec Hemo Evîn Hec Hemo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelên herêmê re hate xwestin û bal hate kişandin li ser hevgirtina gel a li hemberî her êrîşan û wiha hate gotin, "Dijmin bi lîstokên xwe yên gemar dixwaze îradeya gelê bişkîne û projeya demokratîk têk bibe, lewra ji me tê xwestin ku em hevgirtina xwe xurttir bikin.

Kesên axivîn anîn ziman ku şehîd ji bo bilindkirina ala azadiyê berdêlên giranbuha didin û gotin, "Şervanên me YPJ û YPG‘ê di çeperên şer li hemberî hêzên dagirker destanên qehremanî dinivîsînin, bi vê qehremaniyê wê rizgarkirina Efrîn nêzîk be."

Di axaftinan de soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Di merasîm de, her wiha axaftina şehîd Dilsoz Ronî ya li ser rizgarkirina bajarê Reqayê û berxwedana şervanan a li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê hate guhdarkirin.

Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Şirîn Silêman wesîqeya şehadeta ya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de beşdaran dirûşmeyên "Şehîd namirin û bijî Berxwedana Serdenê" beriz kirin.

ANHA