Kobanê FM rastî êrîşên elektronîk ên Tirkiyeyê tê

Rêveberiya radyoya Kobanê FM pêla xwe ya weşanê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê yên elektronîk guherand. Kobanê FM êdî li ser pêla 94.6 dê weşana xwe bike.

Kobanê FM rastî êrîşên elektronîk ên Tirkiyeyê tê
30 tîrmeh, 2018   08:28

KOBANÊ

Radyoya Kobanê FM yek ji radyoyên herêmî yên navdar li kantona Kobanê ye û bernameyên xwe li rûpîvaneke bi nîvgiloveriya nêzî 150 km diweşîne. Kobanê FM li ser pêlên xwe bernameyên çandî, civakî û siyasî 24 saetan diweşîne.

Kobanê FM ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve ev demek e rastî êrîşên elektronîk tê û nêzî 10 caran weşana wê hatiye rawestandin.

Di van demên dawîn de jî dagirkeriya Tirkiyeyê radyoyeke xwe li ser heman pêla Kobanê FM eyar kir û di encamê de weşana radyoya Kobanê FM çend rojan tevlihev bû. Di encamê de rêveberiya radyoya Kobanê FM neçar ma pêla radyoyê biguherîne û niha li ser pêla 94.6 tê weşandin.

Hikumeta tirk ji dema ku Erdogan hatiye ser desthilatdariya wê ve bi dijberiya xwe ya li dijî çapemeniyê navdar e û di van salên dawîn de Tirkiye wek dewleta herî metirsîdar li hemberî azadiya çapemeniyê hate pênasekirin. Nemaze piştî ku gelek dezgehên çapemeniyê yên dîtbarî, guhdarî û nivîskî girtin û bi sedan rojnamevan xistin zindaran.

ANHA