Wêneyên Berxwedana Serdemê di pêşangehê de

Endamê  ragihandina YPG Reşo Kasan bi 28 wenêyên xwe tev li pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol bû û got wenêyên YPJ/YPG wê di dîroka zêrînde cih bigre. 

Wêneyên Berxwedana Serdemê di pêşangehê de
Wêneyên Berxwedana Serdemê di pêşangehê de
21 tîrmeh, 2018   06:47

MÛRADA KENDA /QAMIŞLO

Ji bo bîranîna Şehîd Hisên Şawîş (Herekol) Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizirê  pêşangeha pirtûkan a Rojava di sala xwe ya duyem de bi boneya ‘Em bi xwendinê zindî dibin’ li bajarê Qamişlo li Hola Zana duh di saetên sibehê de hate vekirin.

Pêşengeh di bîranîna roja şehadeta Hisen Şawîş (Herekol) de, ku di encamê qezaya trafîkê de li ser riya Dêrikê şehîd ketibû, li ser navê wî hate organizekirin. Di nava pêşengehê de gelek pirtûk û wêne cih digrin. Pêşangeh bi beşdarbûna mêvanan û bernameyên semîner, nîqaşên maseya girover dê 7 rojan bidome. 

Şervan, şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi berxwedan û têkoşîna xwe di wêneyên dîrokê de bi cih dike.  Di nava pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan de 28 wêneyên ku bi kameraya endamê ragihandina YPG’ê Reşo Kasan de hatina kişandin, tên pêşkêşkirin. 28 wêne li ser hemleya Dêrazor, Reqa, Minbic û 8 wêne jî ji yên berxwedana Efrînê ne.

Reşo Kasan ji bajarê Dêrikê ye û ji destpêka Şoreşa Rojava ve di nav hemû hemleyan de bi kamereya xwe cih girtiye. Herî dawî di nava Berxwedana Serdemê de jî tevî hemû astengiyan rastiya şer di kadraja kameraya xwe de bi cih kir.

Rastiya dijmin di wêneyên me de jî aşkera bû

Hêjayi bibîrxistinê ye ku 20’ê Çileyê de dewleta tirk bi şêwazeke hovane êrîşî Efrînê kir. Berxwedana Efrînê li dijî dagirkerî û hovîtiya dewleta tirk bi navê Berxwedana Serdemê hate pênasekirin.

Wateya berxwedanê di dîroka kurdan de her tim cih girtiye. Di sedsala 21’mîn de li dijî teknîka şer a herî pêşketî û hêza duyem a NATO’yê gel berxwedanake bêhampa da meşandin û ew berxwedan niha jî li Şehbayê didome. Reşo di nava Berxwedana Serdemê de jî bi kameraya xwe cih digire û wan rojan wiha parve dike:“Her wenê di dîroka kurdan de cih digire. Em jî bi kameraya xwe rastiyê derdixin holê. Di nava şoreşe de ragihandin girîng e. Berxwedana Efrînê di nava cîhanê de tu cîhan de çêne bûye. Di nava wê berxwedanê de min cih girt. Rastiya dijmin û berxwedana gel bi kameraya xwe me hewl da derxin.”

Mijara wenêyan Berxwedana Serdemê li ser jiyana YPG/YPJ li dijî hemû astengiyan şer kirin, heviya çavên şervana û rûkeniya wan e.

Rûkeniya YPG/YPJ’ê bi wêneyan pêşkêş dikin

Reşo diyar dike ku wêneyên herî balkêş di berxwedana Serdemê de girtiye. Li dijî hemû êrîşan moralên gêş û kenê li ser rûyên şervanên YPG/YPJ nişana serkeftinê bû û wiha pê de çû:ʺ Xwesteka me ew e ku di nava pêşengehe de jî bi wêneyan ew rûkeniyan şervana were xûya kirin.  Çîrokên şervanan di rûyên wan û çavên de li ser wêneyên jî xwe nişan dide. Di bin baranê de berxwedana Serdemê ku li dijî dagirkeriyê hate meşandin, naye jibîr kirin. Armanca me ew e ku li ber çavên hemû cîhanê rastî û têkoşîna YPJ/YPG aşkera bikin.

Yek ji Wêneyên ku herî bala Reşo kişandibû wêneya şervanên YPJ`ê bû. Reşo wî wêneyç wiha şirove dike: “Wêneyên hevalên YPJ, ku em bi hev re tev li Berxwedana Serdemê bûn ji bo min pir bi wate ne. Ev her du hevalên YPJ, ji çalakiyên nû dihatin û westandina wan ji roniya çavên wan de diyar bû. Lê tevî hemû westandinê herdû heval ji bo çalakiyeke din dîsa vegeriyan. Di nav çalakiyê de şehîd ketin. Hemû cîhan wê armanc û xwesteka wan şervanan bi rêya wan wêneyan bibîne.”

ANHA