Şoreşa Bakurê Sûriyeyê ji bo pêşxistina civakê hatiye

Mamoste û berpirsê ragihandinê yê Zanîngeha Rojava Mesûd Mihemed diyar kir ku di nav 5 salên şoreşê de fikr û ramanên xwe ji cîhanê re pêşkêş kirine û ew fikr û raman xistin xizmeta pêşxistina civakê ji aliyê zanistî û çandî ve.

Şoreşa Bakurê Sûriyeyê ji bo pêşxistina civakê hatiye
21 tîrmeh, 2018   06:32

DIYAR EHMO-BÊRÎTAN MASÛDA / QAMIŞLO

Piraniya şoreşên cîhanê tenê ji aliyê leşkerî ve bûn, lê Şoreşa Bakurê Sûriyeyê bi fikr û ramanên ku ji fikra desthilatdariyê dûr e, dest pê kir.

Mamoste û berpirsê ragihandinê yê Zanîngeha Rojava Mesûd Mihemed got: "rumî hemû astengiyan tevî şert û mercên şer, me karîbû êrîşên berberî yên li dijî projeya neteweya demokratîk, bi berxwedana xwe û bi fikra neteweya demokratîk a azad têk bibira." Her wiha Mihemed diyar kir ku di destpêka şoreşê de hejmara mamosteyên zimanê kurdî kêm bûn lê tevî wê jî xwe komî ser hev kirin û xebatên pêşxistina ziman heta gihaştina pêngava avakirina zanîngehan meşandin.

Mihemed têkildarî komxebatê destnîşan kir ku wan piştî bidawîbûna beşa yekem ji avakirina zanîngehê, niha ew ji bo pêşxistina rewşa perwerdeyê ya Bakurê Sûriyeyê nêrînan digirin.

Li dawiyê Mihemed got ku wan karibû fikr û ramanên xwe bi cîhanê re parve bikira, mînaka herî berbiçav jî tevlêbûna gelek bijîşkan li ser asta cîhanê ji komxebata zanîngehê re ye.

(şx/ew)

ANHA