HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

Hêzên Parastina Gel  nasnameya 7 gerîlayên li cih û demên cuda di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûbûn eşkere kir.

HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
HPG’ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
21 tîrmeh, 2018   07:09

 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya HPG’ê , 9’ê Hezîranê di encama bomberdûmana li herêma Besta ya Şirnexê de hevrêyên wan Zozan Yildiz (Gulan Stêrk) û Şîrîn Başkûrt (Zozan Pelşîn) ên li Sêrtê hatine dinê şehîd bûne.

5’ê Hezîranê li gundê Mişkînê û Talatê yê girêdayî navçeya Mehert ê Mêrdînê di navbera komeke gerîlayên me û artêşa Tirk de şerekî dijwar qewimî bû û hevrêyên me Amara û Hêvî heta dawî li ber xwe dabûn û şehîd bibûn.

 HPG’ê diyar kir ku di heman şerî de 2 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.

HPG’ê têkildarî şehadetên gerîlayan ev agahî dan:

“Êrîşên qirker û dagirkeriyê yên faşîzma Tirk a li ser Gelê Kurd û Kurdistanê bê navber dom dike, gelê me û tevgera ma li dijî van êrîşên faşîzan berxwedaneke dîrok dinivîse. Faşîzma AKP-MHP a ku li bey hesabê tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û teslîmgirtina gelê Kurd, li hemberî berxwedana gerîla ti encam bi dest nexistiye. Dijmin tevî hemû teknîk û êrîşên hewayî derbên giran ji destê gerîlayan dixwin. Li hemberî şerê îro ku li gelek deveran di dijwarî dom deke, li ser hev derbên giran ji destê gerîla dixwin û di van şeran de jî şehadet pêk tên. Di vê pêvajoya borî de li Amed, Şirnex û Mêrdînê me têkildarî êrîş, şer û şehadetên pêk hatibûn ev tişt ragihandibû;

9’ê Hezîranê di encama bomberdûmana li herêma Besta ya Şirnexê de hevrêyên me Gulan û Zozan şehîd bibûn.

5’ê Hezîranê li gundê Mişkînê û Talatê yê girêdayî navçeya Mehert ê Mêrdînê di navbera komeke gerîlayên me û artêşa Tirk de şerekî dijwar qewimî bû û hevrêyên me Amara û Hêvî heta dawî li ber xwe dabûn û di vî şer de herî kêm 2 leşkerên Tirk hatibûn kuştin û gelek leşker jî birîndar bibûn. Her du hevrêyên me heta guleya xwe ya dawî şer kirin û ji bo nekevin destê dijmin bombeyên xwe li ser xwe teqandin û bi ruhekî fedayî şehîd ketin.

15’ê Hezîrana 2018’an me bi daxuyaniyekê ragihadibû ku 10’ê Tîrmehê, artêşa Tirk a dagirker li devera Şehîd Kawa ya navçeya Qûlpê ya Amedê dest bi oprasyonekê kiribûn. 11’ê Tîrmhê hevrêyên me Dijwar, Rênas û Reşîd ên li ser erka xwe bûn, di encama êrîşên hewayî yên dijmin de şehîd bibûn.

Di şer û êrîşên dijwar qewimî de her hevrêyekî me yê ku bi fedayî û lehengî şer û têkoşîn kirine. Em weke şopdarên şehîdan, heda dawî xwedî li mîrasê ku wan ji bo me hişît derbikevin. Di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin."

Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Gulan Sterk

Nav û Paşnav: Zozan Yildız

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayikê- Bav: Songul - Yilmaz

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şirnex/ 9’ê Haziran 2018

*****

Nasnav: Zozan Pelşîn

Nav û Paşnav: Şîrîn Başkûrt

Cihê Jidayibûnê: Sêrt

Navê Dayikê- Bav: Hatîce - Selîm

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Şirnex/ 9’ê Haziran 2018

*****

Nasnav: Amara Rûken

Nav û Paşnav: Ayten Oral

Cihê Jidayibûnê: Mêrdîn

Navê Dayikê- Bav: Zekiye - Nevzat

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn/5’ê Tîrmeha 2018

*****

Nasnav: Hêvî Helîn

Nav û Paşnav: Şengul Yilmaz

Cihê Jidayibûnê: Mûş

Navê Dayikê- Bav: Hanîfe - Dîlaver

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Mêrdîn/5’ê Tîrmeha 2018

*****

Nasnav: Dijwar Farqîn

Nav û Paşnav: Adem Yarali

Cihê Jidayikbûnê: Stenbol

Navê Dayikê- Bav: Binevş - Hasîp

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/11’ê Tîrmeha 2018

*****

Nasnav: Rênas Redûr

Nav û Paşnav: Mervan Akbûlût

Cihê Jidayibûnê: Mêrdîn

Navê Dayikê- Bav: Zahîde - Mahmût

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 11’ê Tîrmeha 2018

*****

Nasnav: Reşît Amed

Nav û Paşnav: Mazlûm Çeker

Cihê Jidayibûnê: Amed

Navê Dayikê- Bav: Vasiye - Hasan

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Amed/ 11’ê Tîrmeha 2018