Parêzer Doskî: Tirkiye bi êrîşên li ser Başûr zagonên navneteweyî binpê dike

Parêzer Azad Doskî diyar kir ku êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser axa başûrê Kurdistanê li dijî zagonên navneteweyî ne û pêwîst e bi lez pêşiya dagirkeriyê were girtin.

Parêzer Doskî: Tirkiye bi êrîşên li ser Başûr zagonên navneteweyî binpê dike
21 tîrmeh, 2018   04:20

MÛRADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerê ji başûrê Kurdistan Azad Doskî, êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser axa başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand û got ku dagirkeriya dewleta tirk zagonên dewleta Iraqê binpê dike.

Azad Doskî diyar kir ku dewleta tirk ji roja roj de êrîşên xwe li ser başûrê Kurdistanê dike û wiha got: “Dewleta Tirkiye baregehên leşkerî di nav axa başûrê Kurdistanê de zêde kirine. Ew dagirkerî li dijî zagonên bingehîn ên cîhanî ye. Her wiha zagonên dewleta Iraqê jî binpê dike. Di nava zagonên bingehîn ên başûrê Kurdistanê, Bexda, di parastina sînorên erdê, asimanî û avî yên herêma Kurdistanê de berpirsyar e.”

Êrîşên Tirkiyeyê li dijî mirovahî yê ne

Azad Doskî di berdewama nirxandina xwe de got ku ev êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê di heman demê de xetereyê li ser jiyana sivîlan dike û wiha got: “Di encama êrîşên dagirkeriya dewleta tirk de li ser axa başûrê Kurdistanê de heya niha gelek sivîl hatin qetilkirin. Ew êrîşên hovane ne û li dijî mirovahiyê ne. Pêwîst e dewleta Iraqê, parlamentoya Iraqê û hêzên navneteweyî li dijî wan êrîşan bisekinin û li mafê gelê Başûr xwedî derkevin.”

Raya gişti ya cihanê li hember êrîşan bê deng dimîne

Azad Doskî bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî li hember êrîşên dewleta tirk û wiha pê de çu: “Dewleta tirk ji bo tunekirina Tevgera Azadî tev digere. Her wiha dema ku dewleta tirk bajarê Efrînê dagir kir li dijî dagirkerî û guhertina demografyaya Efrînê dewletên navneteweyî bê deng man. Dewletên navneteweyî çav û guhên xwe li ser êrîşan girtin. Îro jî di heman demê de êrîşên li ser başûrê Kurdistanê re jî çavên xwe digirin û bê deng in. Bi wan nêzîkatiyên xwe zagonên navdewletî binpê dikin. Berjewendiyên dewletên navneteweyî yên aborî li dijî mafên mirovan in. Siyasetên dewletên navneteweyî li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Ev jî dibe sedem ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê dernekevin û di encamê de ji sivîl tên qetilkirin.”

Parêzer Azad Doskî di dawiya nirxandina xwe de bang li dewleta Iraqê û parlamentoya wê kir ku li dijî wan êrîşên dagirkeriya dewleta tirk derkevin.

ANHA