Li Xezayê kêmanî 4 endamên Hemas hatin kuştin

Di êrîşên piştî îdîayên êrîşên sekvanî yên ji Xezayê ya Îsraîlê destpê kirî û şûn de, herî kêm 4 endamên Hemasê hatine kuştin.

Li Xezayê kêmanî 4 endamên Hemas hatin kuştin
20 tîrmeh, 2018   21:07

NAVENDA NÛÇEYAN 

Artêşa Îsraîlê di bomberdûmana bi balafir û tankan a li ser Xezayê de, 4 milîsên endamên Tûgaya Îzzeddîn El- Qasim ê Hamasê kuştine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hemasê ve hate kirn, di êrîşa Îsraîlê de herî kêm 4 endamên wan hatine kuştin.

Hate diyarkirin ku ji Şerîda Xezayê jî herî kêm 3 moşek hatine avêtin, hate îdîakirin ku ji van moşekan 2 bi dronana hatiye îmhakirin.

Yekîneyên Hemasê jî destnîşan kirin ku nuqteyên leşkerî beriya êrîşên Îsraîlê vala kiribûn.

Li dijî êrîşan bi hezaran Filistînî ber bi herêma sînor a navbera Xeza û Îsraîlê dest bi meşê kirin.

Li aliyê din hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû bi Wezîrê Parastinê, Serferamandarê Giştî û gelek rêveberên leşkerî re civîneke ya ewlekariyê lidar xistine.