ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-07-2018
21 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Bernameya Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan ku bi dirûşma "Em bi xwendinê zindî dibin" li salona Zana ya bajarê Qamişlo tê organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Çalakiyên Komxebata Zanîngeha Rojava bi dirûşma "Zanîngeha azad û demokratîk" di roja duyemîn de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Azad Doskî diyar kir ku êrîşên dagirkeriya dewleta tirk li ser axa başûrê Kurdistanê li dijî zagonên navneteweyî ne û pêwîst e bi lez pêşiya dagirkeriyê were girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mamoste û Berpirsê Ragihandinê yê Zanîngeha Rojava Mesûd Mihemed got: "Di 5 salên şoreşê de me dikarîbû îdeolojiya xwe bi cîhanê re bidin naskirin. Me ev îdeolojî xistin xizmeta pêşxistina civakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên gundên xeta sînor ên di navbera navçeya Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo ku xwe êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re biparêzin dest bi lêkirina dîwarên çemento kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mamosteyê Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Efrînê diyar kir ku di komxebata Rojava de pêşniyar û nêrînên rewşenbîrên hinder û derve kom kirin da ku bixin da ku pêşkêşî fikrê civakî yê azad bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Şehbayê di encamên mayînên çeteyên DAIŞ'ê de 17 welatiyên Efrînî jiyana xwe ji dest dan û 27 jî birîndar bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Riyad Derar diyar kir ku kesên beşdarî Foruma Danûstinên Sûrî- Sûrî bûne dikarin bibin opozisyona rasteqîn ku nûnertiya gelê Sûriyê bikin û destnîşan kir ku mûdaxleyên derve bandoreke neyinî li ser civaka Sûriyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Navenda Şehîd Nalîn Mûş a Çavdêriya Dirûnî yekem navned e li herêma Cizîrê ye ku bi pirsgirêkên dirûnî yên jin eleqedar dibe. Pirsgêkên jinan bi riya 3 bijîşkên pispor û 3 navendên şêwirî têne çareserkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Duyemîn Mîhrecana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan li bajaroka Eyn Erûs destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Endamê ragihandina YPG'ê Reşo Kasan bi 28 wenêyên xwe tev li pêşangeha pirtûkan a Şehîd Herekol bû û got wenêyên YPJ/YPG'ê wê di dîroka zêrîn de cih bigre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA