Di bernameya Pêşangeha Pirtûkan de semîner û belgefîlm

Di çalakiyên Duyemîn  pêşangeha pirtûkan bi dirûşma "Em bi xwendinê zindî dibin" de  semînereke girêdayî "Rewşa çandê li Rojava" hate dayîn û belgefîlmek bi navê "Di Bablîsokê de" hate pêşkêşkirin.

Di bernameya Pêşangeha Pirtûkan de semîner û belgefîlm
Di bernameya Pêşangeha Pirtûkan de semîner û belgefîlm
20 tîrmeh, 2018   17:31

QAMIŞLO

Îro li bajarê Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê duyemîn pêşangeha pirtûkan bi dirûşma "Em bi xwendinê zindî dibin" li bajarê Qamişlo hola Zana hate vekirin.

Di pêşangehê de di saet 18:00'an de nivîskar Ebas Elî Mûsa, Hisên Zedo û Abdo Şêxo li ser mijara ‘Rewşa çandê li Rojava’ semîner dan. Her wiha di nav pêşangehê de "Şopdarên Rojê" ya çandê ya giredayî YPJ'ê belgefilmê bi navê ‘Di nav bablisokê de’ pêşkêş kirin.

Navaroka belgeflîm li ser mertalên zindî yên kantona Kobanê, Cizîrê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bûne mertal û di berxwedana Efrînê de, cîh girt. Di belgefilmê de rihe têkoşîn û berxwedana gelan û himbezkirina Şoreşa Rojava derket pêş. Belgefilm 16 daqe berdewam kir. Bi çepikan beşdaran bi dawî bû.

Piştî pêşkêşkirina belgefîlm, semînr hate dayîn. Semîner ji aliyê  nivîskar Hisên Zedo, Ebas Elî Mûsa û Abdo Şexo ve li ser mijara ‘Rewşa çandê li Rojava’ hate dayîn.

Di nava semînerê de nîqaş hatin kirin û bal hate kişandin li ser çanda xwendinê li Rojavayê Kurdistanê û hate gotin ku rexmî hemû astengiyan çanda xwendinê didome.

Bernameya pêşengê sibe berdewam bike.

(mk)

ANHA