Şêniyên Reqayê Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anî

Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo azadî, demokrasî, rizgarkirina gelan ji zilmê û her wiha rizgarkirina jinan li Rojava û Sûriyeyê destanên berxwedanê yên pir mezin nivîsandin.

Şêniyên Reqayê Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anî
19 tîrmeh, 2018   12:56

REQA

Rêveberiya Sivîl a Gundewarên Rojhilatê Reqayê bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê civînek li bajarokê El-Cedîda li dar xist.       

Civîn li navenda Meclisa Gel a bajarokê El-Cedîda hate lidarxistin. Endam, rêveberên komînan, saziyên xizmetguzarî û meclisên herêmî beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji endamên Rêveberiya Sivîl Ezîz Hesen axivî û li ser mezinbûna şoreşê ev tişt anî ziman: "Ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê û derketina wê ji rêya rast, gelê Rojava – Bakurê Sûriyeyê di 19`ê Tîrmeha 2012`an de dest bi şoreşa xwe li dijî rêjîma Baas û kom û rêxistinên wê kir da ku rêveberiya demokratîk û biratiya gelan li ser pîvanên neteweya demokratîk pêk bînin."

Şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir û li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê; Efrîn, Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê belav bû. Şoreşê ji cîhanê re tekez kir ku gelê Bakurê Sûriyeyê aşiqê azadiyê ye û dikare xwe bi xwe li ser pîvanên rêveberiya azad xwe bi rê ve bibe.

Hesen di berdewama axaftina xwe de got ku jinan rola xwe ya sereke di şoreşê de tekez kir û cihê xwe di hemû aliyên jiyanê de girt da ku rengê Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda yên herêmê û cîhanê cuda bike.

Di dawiyê de Hesen tekez kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û pirreng berdewam dike.

Civîn bi pîrozkirina şoreşê li gelê Rojava bi dawî bû.

(bx/ew)

ANHA