Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm

Li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dogir ji bo şervanê YPG’ê Çekjîn Tirbespiyê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de dotmama şehîd Çekjîn axivî û wiha got: “Em ne evîndarên xwînê ne, lê heke were xwestin em ê xwîna xwe jî bidin.”

Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
Ji bo şehîd Çekjîn li Tirbespiyê merasîm
19 tîrmeh, 2018   12:48

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê-Bakurê Sûriyeyê merasîmeke xiyabî ji bo şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Çekjîn Tirbespiyê (Diyar Mihemed) ku di 4`ê Adara 2018`an de li Efrînê di şerê li dijî dewleta tirk a dagirker de şehîd ket, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Dogir li dar xist.   

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG/YPJ`ê ve dest pê kir, piştre fermandara YPG`ê Rûbar Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Çekjîn re xwest û da diyar kir ku şehîd Çekjîn li ber xwe da û ji bo parastina gelê xwe gihaşt asta şehadetê. 

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm da zanîn ku hevgirtina gelê heremê û beşdarbûna wan di merasîma şehîd Çekjîn de israrkirin e li ser pîvanên neteweya demokratîk û biratiya gelan.

Bi slogana "Em ne evîndarên xwînê ne, lê eger bê xwestin em ê xwîna xwe bidin" keça apê şehîd Çekjîn berxwedana Tirbespiyê pîroz kir û da zanîn ku hemû kesên li wê derê li ber xwe didin li hemberî hêzên desthilatdar ên li herêmê û da zanîn ku parastina ax û pîrozbahiyan erka her kesekî ye û got eger bê xwestin dê hemû zarokên xwe feda bikin di ber vê doze de.

Esma Mûrad şehîdên 14’ê Tîrmeha 1982`yan ên ku giyanê xwe kir qurbanî di zindana Amedê de, di ronahiya rêya azadiya gelê kurd û hemû gelên herêmê de û got: “Gelê herêmê berxwedana xwe ji şehîdên 14`ê Tîrmehê digire.” 

Di dawiya merasîmê de wesîqa şehadetê hate xwendin û radestî malbata şehîd Çekjîn hate kirin. Tê zanîn ku şehîd Diyar Mihemed ku li navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye û di 2015`an de li kantona Qamişlo tev li nava refên YPG`ê bû.

(ekîb)

ANHA