Serokê şandeya muxlefeta hundrîn:

Serokê şandeya Muxelefeta Hundirîn ê danûstandinên Cinêvê, Liyan Mesed got: " meclîsek e Itîlafa iştîmanî tune ye û ew girêdayî derve ne, lewra em danûstandinan bi wan re nakin".

Serokê şandeya muxlefeta hundrîn:
19 tîrmeh, 2018   07:25

TEBQA

Serokê Şandeya Muxelefeta Hundirîn ê danûstandinên Cinêvê Liyan Mesed di çarçoveya lidarxistina 3'yemîn Kongraya MSDê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî.

3'yemîn Kongraya MSD'ê di 16 Tîrmehê de li bajarê Tebqayê li Bakurê Sûriyê hate lidarxistin. Tevî endamên Meclîsê, nûnerên Muxelefeta Hundirîn a Sûriyê, partiyên siyasî û kesayetên serbixwe jî beşdarî civînê bûn.

Nûnerê Muxelefetê Liyan Mesed ku di derbarê li darxistina kongrê de axivî, got ku, wan gelek guhertinên erênî li Bakurê Sûriyê dîtine û her wiha hemû ramanên ji bo yekîtiya Sûriyeyê hatine pêşkeş kirin jî erênî ne.

Her wiha Mesed tekez kir ku, Kongrê ji bo danûstandina Sûrî-Sûrî de hewcedarî ye û dibe ku Kongre karibe lihevkirinên ji bo yekgirtina helwesta hundirîn ji xilasbûna aloziyê, bi cih bîne û wiha dewam kir," Ev dihêle ku bi awayekî xurt li hember çavbirçîtiya dewleta Tirk seknek li pêş bikeve û ji bo çareserkirina pirsgirikên hundirîn her aliyek cihê xwe di pêvajoyê de bigire.”

Nûnerê Muxelefetê Mesed diyar kir ku ew bi Muxelefetên li Tirkiyê û Riyadaran re danûstandnan nakin û wiha pê de çû:" Ew kom dema bûn Itîlaf û heta ku dema bûn Desteya Bilind a danûstandinan jî, tu Meclîsek Niştîmanî ava ne kirin. Em jî bi kesên ku girêdayî dervene re danûstanan nakin."

Her wiha Mesed di nirxandinên xwe de, pesna berxwedaniya Hêzên ku Bakur- Rojhilata Sûriya( Hêzên Sûriya Demokratîk)  ji terora cîhanî parastiye jî kir.

Liyan Mesed dest nîşan kir ku dem hatiye ku êdî herkes cihê li cihekî rast bigire û dewam kir, “Tekez ku danûstandinên Sûrî-Sûrî weke Kongra MSD'ê dê yekgirtinek di raya gelê Sûriyayê de çêbike.  Ew jî dê rê li ber çavnebariyên dewleta Tirk li herêmê bigire û dê bi xwe re asta berxwedanê ji bo vegerandina her parçeyek ji xaka Sûriyê bilind bike".

(şx)

ANHA