Akademiya Ciwanan a Ş. Baz Mordem dewreyeke din bi dawî kir

Li Akademiya Şehîd Baz Mordem a Yekîtiya Ciwanên Rojava dewreya perwerdeyê ya bîrdozî û bedenî ya endamên yekîtiyê bi dawî bû.

Akademiya Ciwanan a Ş. Baz Mordem dewreyeke din bi dawî kir
17 tîrmeh, 2018   18:09

QAMIŞLO

Li Akademiya Şehîd Baz Mordem  a Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR)  ya li gundê Til Marûf ya navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 15 roj berê ji bo 12 endamên yekîtiyê yên herêmên Bakurê Sûriyê dewreyeke perwerdeya bîrdozî û bendî bi navê "Şehîd Baz" hatibû vekirin.

Di dewreyê de endaman li ser waneyên bîrdozî girêdayî " Rêgezên Netewa Demokrat, Dîroka Sûriyê û Rojhilata Navîn, Rêjîma Heqîqetê, rola ciwanan di şoreş de, awayên Rêvebirina Civakê, Şerê Taybet, şêwazên rêxistinkirina ciwanan, pêkanîna rêgezên Netewa Demokrat, Biratiya Gelan û awayên xizmeta civakê, her wiha perwerdeyê leşkerî ji bo xurkirina beden dîtin.

Ji Reqayê Xelef El-Hadî tevlî dewreya perwerdeyê bibû derbarê tevlîbûna xwe wiha tîne ziman, "Piştî bidawîbûna dewreyê, di kesyeta wî de gelek guhertin çêbûye. Di perwerdeyê de me girîngiya rola ciwanan di avakirina pêşerojê û şêwazên şerê taybet ku ciwan hedef digire nas kirin."

El-Hadî, bang li hemû ciwanên Bakurê Sûriyê kir ku beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin da ku karibin li hemberî her keleman bisekinin û rola xwe di civakê de pêk bînin.

(şx)

ANHA